Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata welatperwerê Kurd Abid Gurses gelekî xemgînin

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata welatperwerê Kurd Abid Gurses gelekî xemgînin

.

A+A-

Welatperwerê Kurd Abid Gurses roja 12.06.2022yê ji ber nexweşîya penceşêrê , li bajarê Stockholm a Swêdê koça dawî kir.

Abid Gurses nêzîkî 50 salî wek kedkar û kadroyekî welatperwer, wek sîyasetmedar, rojnamevan, nivîskar di nav refên doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê da cîhê xwe girt.

Ew endamekî TEVGERA RIZGARÎ, damezranerîkî PDK-HEVGIRTINê bû. Di destpêka damezrandina PAKê da, li Ewropayê, piştgir, dost û alîkarekî PAKê bû. Abid Gurses endamê Komeleya Nivîskarên Kurd a Li Swêdê bû.

Em bi wefata kek Abid Gurses gelekî xemgînin.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê sersaxîyê ji malbat û heval û hezkirîyên kek Abid Gurses ra dixwazim.

Serê gelê Kurdistanê sax be."

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

pak-001.png

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin