Serokê Dadgeha Federal a Îraqê: Pêwîst e em bi ruhê biratiyê bixebitin

Serokê Dadgeha Federal a Îraqê: Pêwîst e em bi ruhê biratiyê bixebitin

.

A+A-

 Serokê Dadgeha Federal a Îraqê Casim Mihemed Ebûd bersiv da peyama Nêçîrvan Barzanî got:” Pêwîst e em bi ruhê biratiyê bixebitin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek ji Casim Mihemed Ebûd re şand.

Serokê Dadgeha Federal a Îraqê bi peyamekê bersiv da û got: "Berjewendiya niştimanî, parastina Îraqê û rûmeta gelê wê û mafên wê yên wekhevî bingeha avakirina Îraqeke demokratîk e. "

Nameya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Casim Mihemed Ebûd wisa ye:

“Silav û rehmeta Xwedê li we be

Bi hatina Cejna Pîroz a Qurbanê, kêfxweş im xweştirîn û paqijtirîn pîrozbayî ber bi we ve dikim, ji Xwedayê Mezin dixwazim ev cejn bibe sedema tenduristî û kêfxweşiyê ji bo we, her wiha xêr û amariya zêdetir ji bo gel û welatê me.

Di wextê ku bi wê wateyê bilind ku ev bone di xwe de girtiye pêşwaziyê lê dikin, girîngiya berdewamiya karkirina bi giyanê niştimanî yê avakar û amadekirin kultura diyalog û jihevfamkirinê ku xizmeta îroyî û paşeroja Îraqê dike em xwestekên welatîyan ji bo jiyaneke baştir tîne cih tekez dikin.

Em ji Xwedê dixwazin ev rojên pîroz ji bo hemû kesî bike sedema aştî û aramiyê; pêşketin û geşedana zêdetir ji bo welatê me yê ezîz.”

Peyama Casim Mihemed Ebûd ya ji bo Nêçîrvan Barzanî wisa ye:

“Birêz Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mamosta Nêçîrvan Barzanî

Silav û rehmeta Xwedê li we be,

Ew ku di nameya we de hatiye derbirîneke rastgoyane ya wateyê niştimanî ya bilind e berember Îraq û gelê wê, welatê me yê ezîz di vê gavê de pêdiviya pir mezin bi karkirina bi giyanê biratî û çêtiyê heye ji bo gelê Îraqê ku rengdaneweyê wê be ku Îraq niştimankek resen û şerefmend e ji bo hemû Îraqîyan dûr ji hemû întimayek din.

Her wiha pêdiviya mezin bi karkirinê heye di pêna nirxekî Îraqî yê resen de, ku kok ji nirxên gelê Îraqî yê mezin bi hemû pêkhateyên ku qurbaniya pir mezin pêşkêş kirine di pêna gihîştina avakirina Îraqeke demokratîk de ku bingehe serdestiya yasayê û bicîhkirina veguheztina aştiyane ya desthilatê be li gorî destûra Îraqê, derbaskirin vê belgenaweya destûrî ku berhema qurbaniya mezin û xebateke hişk a vî gelî ye û karkirina di pêna wê yekê de ku bibe rêxistîkarê jiyana siyasî û aborî û civakî û rewşenbîrî û garantîkarê mafên hemû lawên gelê Îraqê û azadiyên wê.

Ev yek jî ji me dixwaze hemû kar bikin di pêna vî gelî de li gorî wan nirxên mirovane ya destûrê di xwe de girtine, ji ber ku di pêna xizmeta gel û niştiman de hatiye danîn û divê ji hemû wan tiştan dûr bikevinê ku dikarin bibin sedema kêmkirina hêza pêkvegiêdana niştimanî, nirx û civakî di navbera rolên gelê Îraqê de û kar bikin di pêna pêşkêşkirina hemû wê ku ev gel şayenî û berjewendiya niştimanî û parastina Îraqê û rûmeta gelê wê û mafên wê yên bi wekhevî bikin bingeha avakirina Îraqeke demokratîk.

Em ji Xwedayê Mezin dixwazin Îraqê ji hemû xirabiyê biparêze û Cejna Pîroz a Qurbanê bibe boneyek ji bo nûkirina wan nirxan û kar bikin di pêna wê yekê de ku Herêma Kurdistana Îraqê û rolên wê bibin çemeke şaristanî ku bilindbûna niştimanî ya mezin ber bi Îraqeke ku nirxên evîndarî û biratiya rastgoyaneyê tê de belav be.

 Bila Xwedê cejnê bike sedema xêr û bereket û her salek Îraq û gelê mezin û wefadarê wê bi hezar xêrî bin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin