
Serokê Civaka Kurd a Almanyayê: Kurdî dê li DWyê bê zêdekirin
.
Serokê Civaka Kurd a Almanyayê (KGD) Alî Ertan Toprak ji Rûdawê re ragihand, biryara vekirina beşa Kurdî li ajansa dewleta Almanyayê (DW) hatiye dayîn û ew dê di destpêkê de bi awayekî online dest pê bike.
Kurdên Almanyayê demeke dirêj e ku bi rêya kanalên dîplomatîk hewl didin zimanê Kurdî li ajansa (DW) zêde bikin.
Derbarê vê yekê de Toprak got, "Berî sal û nîvekê, di encama hewlên me de, me karî razîbûnê ji bo zimanê Kurdî wergrin.
Piştre jî bi rêya hevdîtinên me yên berdewam ên li gel Wezîrê Çandê yê Almanyayê, biryar hat dayîn ku zimanê Kurdî li weşana ajansa (DW) bê zêdekirin.
Di destpêkê de dê bi awayekî online li ser YouTube û torên civakî be û paşê dê li kanala televîzyonê jî bê zêdekirin."
Derbarê wê dema ku dê zimanê Kurdî bi awayekî online bê zêdekirin, Serokê Civaka Kurd li Almanyayê got:
"Biryar hatiye dayîn û kar yekalî bûye. Niha ajans di qonaxa wergirtina karmendên Kurdîzan de ye. Dibe ku di vê pêvajoyê de pêdiviya ajansê bi demê hebe."
Toprak her wiha tekez kir ku di çend salên borî de wan gelek hewl dane, lê ji ber hebûna alî û welatên ku li dijî zêdekirina zimanê Kurdî li ajansê bûn, gelek astengî ji wan re hatine çêkirin.
Ji ber vê yekê jî vê yekê weke serkeftineke mezin dibînin.
Alî Ertan Toprak helwesta erênî ya berpirsên Alman li hemberî Kurdan weke yek ji sedemên serkeftinê bi nav kir û got:
"Bi taybetî Wezîra Çandê ya niha ya Almanyayê nêrîneke wê ya gelek baş derbarê Kurdan de heye.
Helwest û gavên baştir jî jê tên payîn û hewlên me yên dîplomatîk di vî warî de berdewam in."
Derbarê girîngî û bandora zêdekirina zimanê Kurdî li ajansa DWyê Alî Ertan Toprak got:
"Zêdekirina zimanê Kurdî li lîsteya zimanên ajanseke girîng wekî DWyê ku ser bi dewleta Almanyayê ve ye û rûyê wî welatî nîşanî cîhanê dide, gavek e ber bi danasîna fermîbûna zimanê Kurdî û çanda Kurdî li cîhanê. Ev cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye."
Di destpêkê de dê bi Kurmancî be
Serokê Civaka Kurd a Almanyayê ragihand, di destpêkê de dê zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî bê zêdekirin û piştre jî bêguman ew ê hewl bidin ji bo zêdekirina zaravayên Soranî û Zazakî.
Toprak dibêje, êdî Kurd li herêmê û cîhanê bûne aktorekî girîng û ew hewlên mezin didin ji bo girîngîdan bi zimanê xwe.
Alî Ertan Toprak bi girîng zanî ku Kurd di van mijaran de yekgirtî bin; herwiha tekez kir ku carinan astengiya li pêşiya Kurdan, her Kurd bi xwe ne ku pêwîst e ev yek bê çareserkirin.
Deutsche Welle (DW) ajanseke navneteweyî ya Almanyayê ye û ji bo danasîna Almanyayê û belavkirina çanda wî welatî kar dike.
Ajansê bi rêya televîzyon, radyo û malperê weşana xwe dike.
Di radyo û multîmedyayê de bi zêdetirî 30 zimanî weşana wê heye.
Rŭdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin