Serokê Baroya Amedê: Lêkolîna derbarê lîstika Amedsporê de lêkolîneke nijadperestî ye

Serokê Baroya Amedê: Lêkolîna derbarê lîstika Amedsporê de lêkolîneke nijadperestî ye

.

A+A-

 Piştî pêşbirka Amedsporê ku li hemberî Bursasporê 2-0 bi ser ket, bi hinceta ku alên Kurdistanê bilind kirine û dirûşmên "Bijî Kurdistan" gotine, 5 alîgirên Amedsporê hatin desteserkirin. Parêzerên wan dibêjin ne mimkun e ku ew kes ji ber ala Kurdistanê û dirûşman bêne cezakirin, ji ber ku ew al aleke fermî ye. Serokê Baroya Amedê jî li hemberî desteserkirina van kesan nerazîbûn nîşan da û got lêkolîna ku hatiye kirin lêkolîneke nijadperestî ye.

Pêşbirka futbolê ya Amedspor û Bursasporê qediya lê dengvedana wê hê jî berdewam dike.

Pêşbirk bi 2 golên Amedsporê bi dawî bû lê ji encama pêşbirkê zêdetir, bûyerên ku di nava stadyûmê de qewimîn rojevê serobino kir.

Ji ber ku hin alîgirên Amedsporê di dema temaşekirina pêşbirkê de alên Kurdistanê bilind kirin û tîşortên Jîna Emînî li xwe kirin, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê û Parêzgariya Amedê derbarê wan kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsînê de 5 kes hatin desteserkirin.

Hinceta desteserkirina wan kesan, propagandaya rêxistina derqanûnî hatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên kesên desteserkirî, Hişyar Ozalp derbarê mijarê re ji Rûdawê re ragihand, “Ala Kurdistanê alayeke fermî ye. Ji ber vê yekê Tirkiye nikare doz veke û xelkê hepis bikin û tawanbar bike. Ji ber ku wan kesan dirûşmên Bijî Kurdistan jî berz kirine, dibe ku bi propagandaya terorê bêne tawanbarkirin. Lê ev jî argûmaneke lawaz e. Yanî ne mimkun e ku însan ji ber ku gotine Bijî Kurdistan propagandaya terorê kiribin û ji bo wê ceza bixwin.”

Piştî nûçeya desteserkirina van kesan ji ber ala Kurdistanê hate belavkirin, Baroya Amedê jî bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşan da û got, girtina van kesan nîşaneya bêtehamûliya li hemberî sembolên kurdan e.

Serokê Baroya Amedê, Nahît Eren ji Rûdawê re ragihand,  “Aleke fermî ye. Ala Herêma Kurdistanê ye. Li gorî makezagona Iraqê jî ev fermî ye, cih digre. Aleke meşrû (rewa) ye. Hûn çawa vê sûc dibînin, hûn çawa derbarê wê de lêkolîn dest pê dikin, hûn çawa wan kesan binçav dikin? Ji ber wê jî di demeke nêz de ew dê tev bêne berdan. Ew nêrîna ku lêkolîn dane destpêkirin, em wê nêrînê weke nêrîneke nijadperest dibînin. Ji ber vê yekê jî em vê yekê napejirînin.”

Piştî bilindkirina alên Kurdistanê ya di pêşbirga Amedspor û Bursasporê de, li ser medyaya civakî bi milyonan kes ev wêne û dîmen parve kirin. Pêşbirk qediya lê wisa diyar e ku dengvedena wê dê zû bi zû neqede.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin