Serokê Amedsporê: Li stadyûma Înegolê her kesî çêr kirin lê kesî dengê xwe nekir

Serokê Amedsporê: Li stadyûma Înegolê her kesî çêr kirin lê kesî dengê xwe nekir

.

A+A-

 Amedspor û Înegolspor, roja Şemiyê, li bajarê Bûrsayê yê Tirkiyeyê hatin beramberî hev.

Di maça ku bê gol bi dawî bû de, alîgirên Înegolsporê heqaret û çêrî Amedsporê kirin.

Herwiha alîgiran heqaret li kaptanê Amedsporê Şehmus Ozerê ku di qezaya trafîkê de canê xwe ji dest dabû kir.

Serokê Amedsporê Azîz Elaldî li Tesîsa Şehmus Ozerê civîneke çapemeniyê li dar xist, têkildarî tiştên ku li deplasmanê çêbûne axivî.

Elaldî di daxuyaniyê de diyar kir ku alîgirên Amedsporê di kiryareke herî biçûk de têne darizandin û got:

“Li wir hemû stad çêr kirin lê ti tiştek nehat kirin. TFFyê însiyatîf negirt.”

Serok Azîz Elaldî di daxuyaniyê de wiha got:

“Beriya niha bi Înegolê re ti pirsgirêkeke me çênebû. 5 hezar kes ketibûn stadyumê.

Li wir çêrên ku mirov nikare bîne ziman kirin. Drûşmên siyasî hatin bilindkirin.

Divê em siyasetê nexin nav futbolê lê mixabin li wir ew tişt çêbûn.

Sirûdên nîjadperest hatin gotin. Em bi gotinên faşîzan û nîjadperest re rû bi rû man.

Odeya Şehmus Ozer hîn girtiye, formayê wî li wir maye. Ew ji bo me girîng e.

Ev kes bi salane canê xwe ji dest daye lê ji wî re dijûn û gotinên em nikarin bînin ziman hatin kirin.

5 hezar kes welatiyên Înegolê girê nade lê tişta ku li wir kirine, ne karê miorvan e.”

“Eger em serî deynin, heyf ji me re”

Azîz Elaldi di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin:

“Divê rêvebir û serok nekevin bin bandora alîgiran. Ez difikirim ku li wir komeke marjînal a biçûk heye.

Heyf e li bajarekî ku 350 hezar kes lê dijîn em stûyê xwe li ber 5 hezar kesan xwar bikin. 

Ev ji hemû bajaran re derbas dar e. Divê dengê yên din derkeve.

Em ji hemû koman û bajaran vê tiştê dixwazin. Divê em prîman nedin komên marjînal.”

Azîz Elaldî diyar kir ku ew dê li dijî gotinên nîjadperest, serî li dadgehê bidin.

Rahênerê Amedsporê Serkan Bozkurt bersiva pirsên rojnamegeran da û got:

“Êrişa ku li hemberî Şehmus Ozer pêk hatiye me li ser xwe girt. Em vê pîşeyê dikin, em fêrî van tiştan bûne.

Tişta ku zora me çûye, dijûnên li birêz Şehmus hatine kirin in. Wî canê xwe ji dest daye û nirxê me ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin