Serok Mesûd Barzanî: Heta ku zîhniyeta şovenîst û înkarê hebe Îraq ti carî aram nabe

Serok Mesûd Barzanî: Heta ku zîhniyeta şovenîst û înkarê hebe Îraq ti carî aram nabe

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî di salvegera Enfalkirina Barzaniyan de got, "Hîn jî hinek kes hene ku ji dîrokê îbret wernagirin û her bi hişmendiyeke şovenîst û înkarker siyasetê dikin, heta ku ew hişmendî hebe, Îraq ti carî aram nabe."

Îro 42 sal di ser enfalkirina Barzaniyan re derbas dibin.

Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 42yemîn salvegera Enfalkirina Barzaniyan peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Di salê de kêm roj hene ku karesat, sûc û neheqiya ku ji aliyê hikûmetên Îraqê ve li dijî gelê Kurd hatiye kirin neyên bibîranîn.

Berî çil û du salan di rojeke wekî îro de, rêjîma berê ya Îraqê heşt hezar mêrên Barzanî yên pîr û ciwan, ji zarokên neh salî heta pîremêrên nod salî, bi zorê ber bi çolên başûrê Îraqê ve birin û li wê derê bi awayekî hovane komkujî kirin.

Ew tawan beşek ji wan tawanan bû ku bi serê gelê Kurdistanê de hatine; ji windakirina 12 hezar ciwanên Feylî, Enfalên Germiyan û Badînanê, kîmyabarankirina Helebceyê û deverên din ên Kurdistanê bigire heta bi Teirîb û raguhastina bi zorê ya welatiyên Kurd.

Ew hişmendiya ku li pişt vî tawanî û tawanên din bû, hişmendiyeke şovenîst û înkarker bû ku ji bo tevahiya Îraqê bû çavkaniya karesat û bipaşketinê.

"Hîn jî hinek kes hene ku ji dîrokê îbret wernagirin"

Mixabin hîn jî hinek kes hene ku ji dîrokê îbret wernagirin û her bi wê hişmendiyê siyasetê dikin.

Divê hemû alî bizanibin, heta ku ew hişmendî hebe, Îraq ti carî aram nabe.

Di salvegera Enfalkirina Barzaniyan de, spasiya xelkê Deşta Hewlêr, Herîr û Soranê dikim ku di wan rojên zehmet de hevsozê Barzaniyan bûn û alîkariya wan kir.

Pêzanîna min ji bo berxwedana kesûkarên enfalkiriyan û bi taybetî jî ji bo wan dayik û jinên Barzanî heye ku bi salên dûr û dirêj êşa jidestdana ezîzên xwe kişandiye.

Di vê bîranînê de em hezar silavan ji bo giyanê pak ê Barzaniyên enfalkirî û hemû şehîdên Enfalê û şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dişînin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin