
Serok Mesûd Barzanî: Êdî dem hatiye ku gavên cidî bên avêtin
.
Serok Mesûd Barzanî li ser êrişa Qada Gazê ya Kormorê got, "Êdî dem hatiye ku li hemberî van destdirêjî û êrişên nerewa gavên cidî û pratîkî bên avêtin."
Baregeha Barzanî daxuyanî belav kir. Daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
“Em bi awayekî gelekî tund wê êrişa terorîstî şermezar dikin ku şeva borî li Qada Kormorê hatiye kirin.
Ev êriş li dijî binesaziya aborî û berjewendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê û hemû welatiyan e.
Tevî ku berê jî gelek caran êrişên wiha yên nerewa yên li ser Herêma Kurdistanê hatine şermezarkirin lê tenê şermezarkirin bûye û li hemberî kiryaran ti rêkar nehatine kirin û ew êriş ducare bûne.
Êdî dem hatiye ku li hemberî van destdirêjî û êrişên nerewa gavên cidî û pratîkî bên avêtin, dawî li wan bê anîn û kiryarên wan bên cezakirin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin