Serok Barzanî û Nûnerê Trump rewşa Helebê nirxand

Serok Barzanî û Nûnerê Trump rewşa Helebê nirxand

.

A+A-

 Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack bi rêya telefonê axivîn.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, îro di navbera Serok Mesûd Barzanî û Tom Barrack de pêwendiyeke telefonî pêk hatiye.

Rewşa Helebê hat nirxandin

Di pêwendiyê de rewşa siyasî ya herêmê û Sûriyeyê, her wiha pêşhatên dawî û aloziyên li Sûriye û bajarê Helebê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan bal kişand ser wê yekê ku divê hemû hewl bên dayîn da ku tevlîhevî û alozî nemînin û rewş asayî bibe.

Her wiha Serok Barzanî û Tom Barrack behsa wê yekê kir ku divê ji bo dabînkirina ewlehî, aramî û aştiyê gavên cidî bên avêtin.

Dive were gotin ku Barrack di heman demê de Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê ye.

Li hêla din, artêşa Ereban a Sûriyeyê bi çekên giran êrişî taxên Kurdan ên li Helebê dike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin