Serok Barzanî û fermandarê Hevpeymanan civiyan

Serok Barzanî û fermandarê Hevpeymanan civiyan

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan ên li Iraq û Sûriyê General Brennan kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de, rewşa meydanî û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Her di wê hevdîtinê de, tekezî li hevahengî û karê hevbeş ê di navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de û pêngavên çaksaziyê yên di Wezareta Pêşmerge de hate kirin.

Di beşekî din ê hevdîtinê de, şanda Hevpeymaniya Navdewletî tekezî li ser giringiya dostanî û hevbeşiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin