
Serok Barzanî û Bafil Talabanî pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêmê gotûbêj dikin
.
A+A-
Serok Mesûd Barzanî îro 27ê Îlonê pêşwazî li Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî kir.
Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, ya herêmê, proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya herêmê hatin gotûbêjkirin.
Civîna dawî ya di navbera Serok Barzanî û Bafil Talabanî de di 14ê Tîrmeha îsal de li Baregeha Barzanî bû.
Piştî wê civînê, herdu polîtburoyên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş belav kiribûn ku tê de hatibû gotin, civîn taybet bû bi bûyer, geşedan, pirsgirêk û astengiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, bi taybetî mafên darayî û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin