Serok Barzanî: Tawana jenosîda Şengalê birîneke kûr e li ser gewdê gelê Kurdistanê

Serok Barzanî: Tawana jenosîda Şengalê birîneke kûr e li ser gewdê gelê Kurdistanê

.

A+A-

 Serok Mesûd Barzanî di salvegera heştemîn a jenosîda Şengalê de diyar kir, tawana jenosîda Şengalê birîneke kûr e li ser gewdê gelê Kurdistanê, xwişk û birayên me yên Êzîdî ji ber Kurdbûn û bi sedema ol û bîr û baweriyên xwe, ketin ber êrîşa teroristan.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

Îro heyşt sal di ser êrîşa terorîstan a li ser Şengalê re derbas dibin. Tawana jenosîda Şengalê birîneke kûr e li ser gewdê gelê Kurdistanê. Di vê karesatê de, xwişk û birayên me yên Êzîdî ji ber Kurdbûn û bi sedema ol û bîr û baweriyên xwe, ketin ber êrîşa terorîstan. Ew tawanên DAIŞê li dijî xwişk û birayên me yên Êzîdî kiriye, berdewamiya wê zincîreya karesat û tawan bû ku di dirêjahiya dîrokê de li hember gelê Kurdistanê hatine kirin.

Di karesata komkujiya Şengalê de, cihê mixabiniyê ye ku tevî hebûna rêkeftina di navbera Herêm û Hikûmeta Iraqê de ji bo pêşeroj û birêvebirina Şingalê, hîn ew rêkeftin nehatiye cibicîkirin. Şengal di destê komek hêzên çekdaran de ye ku li pêş vegera xelkê û avedankirina Şengalê bûne rêgir. Pêngava yekem a dermankirina birîna Şengalê ew e, Şengal vegere destê xwediyên wê yên resen û ew hêz û mîlîşyayên ku destê xwe danîn ser wê, ji Şengalê derkevin û rêkeftina Şengalê bê cibicîkirin. Herwiha pêwîst e rêkarên wiha bêne girtin ku êdî careke din karesat, zulm û tawan li dijî Êzîdiyan û pêkhateyên din dubare nebin.

Di vê bîranîna dilşewat de, şehîd û qurbaniyên Şengalê bi bîr tînin. Hevdem jî wan şehîd û Pêşmergeyên qehreman jî bi bîr tînin yên ku bi xwîna xwe çiyayê Şengalê parastin û dorpêça terorîstan li ser çiyayê Şengalê şikandin û bajarê Şengalê jî ji destê terorîstan rizgar kirin û di encamê de efsaneya DAIŞê şikandin û serê terorîstên DAIŞê ket bin pêyên Kurdên Êzîdî.

Hezar silav li giyanê pak ê şehîdên Şengal û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin