Serok Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê pîroz dike

Serok Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê pîroz dike

.

A+A-

Serok Barzanî salvegera 55ê ya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê li serok û endamên Nivîsîngeha Bicîhanînê û Encûmena Navendî ya wê yekîtiyê û hemî mamostayên ola Îslamê li Kurdistanê pîroz dike.

Peyama Serok Barzanî:

Bi helkefta pêncî û pênc saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, ez bi germî pîrozbahiyê li serok û endamên Nivîsîngeha Bicîhanînê û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemî mamostayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê li ser pêşniyara Barzanîyê Nemir pêngaveke dîrokî bû, ber bi xurtkirina rola mamostayên olî di şoreş û têkoşîna gelê me de. Vê biryarê cihê mamosta û zanayên mezin ên Kurd ên ola Îslamê di belavkirina fêmkirina neteweyî, welatparêzî û pêkvejiyanê de di navbera hemî texên civakê de û rola wan di pêşvebirina doza rewa ya gelê me de di hemî qonaxan de tekez kir.

Di bîranîna damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de, ez serkeftinê ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û hemî mamostayên olî yên rêzdar re dixwazim û ez destxsweşiyê li westiyan û erkê wan ê pîroz dikim.

Xudayê mezin alîkarê me tevan be.

 

Mesûd Barzanî

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin