Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê Orlick Shannon kir

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê Orlick Shannon kir

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Cotmeha 2021ê, pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê Orlick Shannon û şanda pê re kir.

Di civînê de ku Berpirsê Nivîsgeha Konsulxaneya Kanada li Hewlêrê jî amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên vê dawiyê û qonaxa piştî hilbijartinan hat kirin.

Serok Barzanî diyar kir, serkeftina piroseya siyasî li Iraqê girêdayî bihêzbûna demokrasiyê û bicîhanîna hevbeşiyê û rêzgirtin li mafên hemû pêkhateyên Iraqê ye.

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa pêwendiyên dostaniyê yên gelê Kurditanê û gelê Kanada kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin