
Serok Barzanî: PDK di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştiyê bûye
.
Serok Mesûd Barzanî di salvegera damezirandina PDKyê de ragihand, “PDK di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştî û kûrkirina piralîbûnê bûye.”
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berî 79 salan hat damezirandin.
Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozkirina damezirandina PDKyê de da zanîn ku damezirandina PDKyê ji bo berdewamî û dirêjkirina xebata gelê Kurdistanê ya li hemberî “planên neyar û dagirkerên Kurdistanê ku bi hemû hêz û şiyana xwe hewla şikandina îradeyê û bêdengkirina xebata gelê Kurdistanê didan pêwîstiyeke dîrokî bû”.
Serok Barzanî her wiha anî ziman:
“Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her ji destpêka damezirandina xwe ve heta niha ji bo parastina maf, pênase û hebûna gelê Kurdistanê amrazek bûye.
Di heman demê de jî amraz bûye ji bo pêkhatina armancên demokratîk, niştimanî û neteweyî yên gelê Kurdistanê.”
Serok Barzanî Di beşeke din a peyama xwe de anî ziman:
“Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hemû qonaxan de hilgirê peyama aştiyê, kûrkirina piralîbûn, biratî û bihevrejiyanê bûye û di vî warî de rola xwe ya pêşeng li rawestgehên girîng û yekalîker ên dîroka siyasî ya Kurdistan û Îraqê bi başî lîstiye.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin