
Serok Barzanî: Nabe qûtê xelkê wekî çek li dijî Kurdistanê bê bikaranîn
.
Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya hin emîr, serok hoz û kesayetiyên êl û hozên parêzgehên başûr û naverasta Îraqê kir.
Serok Barzanî di civîna bi wan re got: "Hebûna nakokiya gelê Kurdistanê bi hikûmet û rejîman re nayê wateya nakokiya bi gel û pêkhateyên Îraqê re."
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinekê de ew emîr, serok hoz û kesayetiyên Îraqê ji bo helwesta hewldana bicîhkirina ewlehî û aramiyê, kûrkirina pêkvejiyanê, biratî û yekrêziyê spasiya Serok Barzanî kirine.
Her wiha spasiya gelê Kurdistanê kirine ku di rojên tengasî û şerê terorê de berjewendiya hejmareke zêde ya koçberên ji beşên din ên Îraqê pêk anîne.
Li gorî ku di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin mêvanan aramî û pêşketinên Herêma Kurdistanê kirine ku li gel hebûna astengiyan li Herêma Kurdistanê kariye li ser rêya vejînê gavan bavêje.
Di berdewamiya daxuyaniyê jî de hat eşkerekirin ku ew daxwaziyên rewa yên gelê Kurdistanê fêm dikin, wan peyama piştgirî, mihabet û rêzgirtinê ji bo gelê Kurdistanê heye.
Serok Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de dîroka damezrandina dewleta Îraqê û zilmên hikûmetên Îraqê yên li ser gelê Kurdistanê bibîr xist.
Barzanî eşkere kir ku nakokiya gelê Kurdistanê bi hikûmetan re nayê wê wateyê ku ew bi gelên din ên Iraqê re nakok bin û siyasetên şaş nikarin pêwendiyên gelan têk bibin.
Serok Barzanî di berdewamiyê jî de got, "Hêvî dikin hemû Îraq ava bibe û rûmeta hevwelatî li hemû beşên Îraqê bên parastin."
Li gorî daxuyaniyê Serok Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de, tevî amajeya bi pirsgirêkên di navbera hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir ku nabe qûtê hevwelatiyan siyasî bibe û wek çekê û li dijî xelkê Kurdistanê bê bikaranîn.
Mesûd Barzanî tekez kir ku eger destûr bê bicîhanîn û hemû alî pabendî her sê prensîpên hevsengî, lihevkirinê û hevkariyê rêveberiya Îraqê dê wê demê bi ser bikeve.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin