Serok Barzanî: Mehdî Zana niştimanperwer û têkoşerê Kurd bû

Serok Barzanî: Mehdî Zana niştimanperwer û têkoşerê Kurd bû

.

A+A-

Serok Barzanî ji li ser wefata siyasetmedar û şaredarê berê yê Diyarbekirê Mehdî Zana, peyameke sersaxiyê pêşkeşî Leyla Zana û malbata wî kir û diyar kir, ew hevparê xema wan e.

Serok Mesûd Barzanî, li ser koça dawî ya Mehdî Zana got: "Bi daxeke mezin nûçeya koça dawî ya Mehdî Zana, kesayetê nîştimanperwer û têkoşerê kurd û serokê berê yê şaredariya Diyarbekirê gihîşt min."

Serok Barzanî diyar kir: "Ez serxweşiya xwe li malbata kurdperwer û xebatkar a Mehdî Zana û hem jî xwişka min a birêz Leyla Zana, hevjîna xwedêjêrazî û hemû kesûkar, dost û nasên wan dikim û xwe bi hevparê xema wan dizanim."

Serok Barzanî dawiyê jî got: "Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê Mehdî Zana bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyan."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin