Serok Barzanî ji bo salvegera Raperînê peyamek belav kir

Serok Barzanî ji bo salvegera Raperînê peyamek belav kir

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera 31emîn a Raperîna 1991ê peyamek belav kir û diyar kir, Raperîn yek ji serwerî û destkeftên giranbiha yên gelê Kurdistanê ye û ji bo gelê Kurd derfet bû, ji bo ku cîhan li êş û azarên gelê Kurdistanê agahdar bibe.

Peyama Serok Barzanî ya ji bo bîranîna Raperînê wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sîh û yekemîn salvegera Raperîna mezina gelê Kurdistanê, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û yek û bi yekê welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê dikim.

Raperîn yek ji serwerî û destkeftên giranbiha yên gelê Kurdistanê, serhildana xelkê ya li dijî dam û dezgehên sîtemkar û dagîrkeran peyameke gelek rûn û zelal bû ku ji bilî hebûna zulm û sîtemê, xwesta azadîxwazî û rûbirûbûna sîtemkariyê herdem li kûrahiya dilê mirovê Kurd da hebû û dimîne. Şanaziyeke din a raperînê, yekrêziya gel û Pêşmerge û aliyên siyasî û plan û dûrbîniya serkirdayetiya siyasî ya Kurd bû. Ev yekrêzî bûye faktereke bihêz ku li serdemeke aloz û tarî da serkeftin û azadî bê mîsoger kirin.

Raperîn ji bo gelê Kurd derfet bû, ji bo ku cîhan li êş û azarên gelê Kurdistanê agahdar bibe û ji bo parastina gelê Kurdistanê hengavên kirdarî bavêje. Her wiha derfeteke bêwêne bû ji bo piştbestina bi şiyanên gelê Kurdistanê û wergirtina wan mafên ku salên dûr û dirêj hatibûn desteserkirin.

Raperîn hilgirê biha û waneyê mezin bû. Di raperînê de gelê Kurdistanê, mînaka biha û rewştbilindî û çanda xwe jî pêşanî cîhanê û navçeyê da. Bi hezaran serbazên artêşa rejîmê ketin destê xelk û Pêşmerge, lê belê bi tenê yek kes jî nehat azardan û serpişk kirin ku biçin derveyê welat, yan li Kurdistanê bimînin, yan vegerine nava hikûmetê.

Di bîranîna raperîna mezina bihara 1991 ê Kurdistanê de, tekeziyê li ser peyama aştî û azadîxwaziya gelê Kurdistanê dikin. Ev peyam divê ji bo heta hetayê bilind û zîndî bimîne. 

Mesûd Barzanî

05.03.2022

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin