Serok Barzanî: Îro rojeke dîrokî ye

Serok Barzanî: Îro rojeke dîrokî ye

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê wekî "rojeke dîrokî" bi nav kir.

Her wiha Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê "êrişa li Kormorê bi tundî şermezar kir".

Serok Mesûd Barzanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Michael Rigas li Hewlêrê civiyan.

Baregeha Barzanî îro li ser civîna Serok Mesûd Barzanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Michael Rigas daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Michael Rigas kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşan daye û ji ber serkeftina pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê û serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li Serok Barzanî kiriye.

Rigas di hevdîtinê de spasiya rol û pêgeha Serok Barzanî kiriye di bipêşxistina Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna terorê û parastina aramî û ewlehiya navçeyê de.

"Peyameke zelal e"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê behsa berdewamî û berfirehkirina pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de ya di hemû waran de kiriye.

Rigas her wiha vekirina avahiya konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê ya li Hewlêrê wekî "gaveke girîng" bi nav kir.

Michael Rigas ragihandiye, "Vekirina konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê li Herêma Kurdistanê peyameke zelal e ku Amerîka li gel Herêma Kurdistaneke bihêz, aram û avedan e.

Ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo hemû Rojhilata Navîn girîng e û Amerîka jî piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê."

Her di wê hevdîtinê de Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi tundî êrişa li Rafîneya Gazê ya Kormorê şermezar kir û xwest ku ev karên têkderane bi dawî bibin.

"Rojeke dîrokî"

Baregeha Barzanî da zanîn ku Serok Barzanî îro bi vekirina konsulxaneya herî mezin a cîhanî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê û Hewlêra paytext, di pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de wekî "rojeke dîrokî" pênase kir.

"Dema Raperînê û rola Amerîkayê"

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî behsa "dîroka çewsandina gelê Kurdistanê ji aliyê rejîmên li dû hev ên Îraqê ve" kir û got:

"Ew derfeta ku di Raperînê de ji bo gelê Kurdistanê çêbû û ew rola ku Amerîka û Konseya Ewlehiyê di damezirandina Herêma Dijfirînê de ji bo parastina Kurdistanê hebû, bû sedema wê yekê ku Herêma Kurdistanê bikaribe sûdê ji vê derfetê wergire û pêvajoyeke demokratîk bîne holê û bi rêya hilbijartinan hikûmet, parlamento û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ava bike."

Serok Barzanî her wiha behsa rola girîng a Amerîkayê ya di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de kir û anî zimên ku Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di vî şerî de şehîd û qurbaniyeke zêde da lê eger piştgiriya Amerîkayê nebûya dê qurbanî zêdetir bûna.

Serok Barzanî spasiya gelê Kurdistanê pêşkêşî Amerîkayê kir û got:

"Gelê Kurdistanê geleke biwefa ye li hemberî wê piştgirî û hevkariya Amerîkayê ya ku jê re hebûye."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin