Serok Barzanî: Hêvîdarim aliyên Kurdistanî yekdeng bin

Serok Barzanî: Hêvîdarim aliyên Kurdistanî yekdeng bin

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî derbarê serkeftina prosesa hilbijartinan de peyamek belav belav kir û têde diyar kir ku serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinê de tê wateya serkeftina prensîb û nirx û bernameya ku têkoşîna gelê Kurd li ser rawestaye û got: “Ez hêvî dikim ku piştî vê hilbijartinê aliyên Kurdî bibin yek û hevdû temam bikin."

Li gor encamên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ragihandiye, di hilbijartinan de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kariye 32 kursiyên parlamentoya Iraqê misoger bike. Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 11ê Cotmeha 2021ê bi boneya serkeftina proseya hilbijartin û berbijêrên PDKê  peyamek belav kir.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta serkeftina proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û serkeftina PDKê ya di van hilbijartinan de pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li kadîr û endam û alîgirên PDKê dikim ku karîn di kêbirkêyeke medenî û aram de serkeftineke mezin ji bo PDKê û rêbaza wê mîsoger bikin û ruhê şehîdan bextewer bikin.”

Barzanî tekez kir ku serkeftina PDKê ya di hilbijartinan de tê wateya serkeftina prensîb û biha û wan bingehane ku xebata gelê Kurdistanê li ser rawestaye û wiha pê de çû: “Peyameke ji bo hemû aliyek ku gelê Kurdistanê li ti rewşekê da destberdarê dîrok û bihayên wê nabê. Pêwîst e ew serkeftina Partî (PDK) bibe sedema wê yekê berpirs û kadîr û endamên Partî zêdetir xizmeta xelkê bikin û herdem ew şîreta bi nirx a Barzanî li bîra wan be, "Di serkeftinê de mexrûr nebin û li şikestê de bêhêvî nebin".

Barzanî pesnê serkevtina proseya hilbijartinê da û got: “Her bi vê helkeftê spasiya Komîsyona Bilind a Hilbijartinê û dezgehên emnî û hemû aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal dikim ku bi şev û roj kar kirin û keda wan hebûye ji bo serkeftina proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê. Her wiha em rola birêz Serokwezîr Mistefa Kazimî di lidarxistrina hilbijartinan de bilind dinirxînîn.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî daxwazekê pêşkêşî aliyên Kurdî dike û dibêje: “Serkeftina proseya hilbijartinê serkeftina îradeya gel û serkeftina demokrasî ye. Her ji bo vê yekê jî hêvîdar im piştî van hilbijartinan aliyên Kurdistanî yekrêz û temamkarê hevdû bin. Hêvîdar im hemû alî bi pêkve û ji bo yek armancê hevbeş û bi navê berjewendiyên bilind ên Kurdistanê û berevanîkirina li maf û destkeftên gelê Kurdistanê kar bikin û peywendîyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa federal li ser bingeha hevparîya rasteqîne ava bikin.”

Barzanî herwiha bi spasiya xelkê Kerkûkê kir û got: “Careke din spas ji bo gelê Kurdistanê û spasî taybetî jî ji bo xwîşk û birayên xweragir û xwedî bîr û bawerê li Kerkûkê dilê Kurdistanê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin