Serok Barzanî: Ez hêvîdar im ku encamên hilbijartinê Îraqê bixin ser rêya rast

Serok Barzanî: Ez hêvîdar im ku encamên hilbijartinê Îraqê bixin ser rêya rast

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî bi boneya "serkeftina pêvajoya hilbijartina Encumena Nûneran a Îraqê" peyamek belav kir.

Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ew hilbijartin û encamên wê bibin sedem ku Îraq bikeve ser "rêya xwe ya rast."

Serok Barzanî di peyama xwe de got ku ew bi boneya "serkeftina pêvajoya hilbijartina Encumena Nûneran a Îraqê" xelkê Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê pîroz dike.

“Ez hêvîdar im ku ew hilbijartin…”

Peyama Serok Mesûd Barzanî ya ji bo hilbijartinê ev e:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,

Bi boneya serkeftina pêvajoya hilbijartina Encumena Nûneran a Îraqê, pîrozbahiyê li welatiyên xoşewîst yên Kurdistanê û tevahiya Îraqê dikim.

Her wiha pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û beşên Kurdistanê dikim.

Li vir ez bi pêwîst dibînim ku spasiya serkirdatî, endam, kadro û alîgirên Partiyê (PDK) û her wiha dezgehên ewlehiyê û hemû aliyên pêwendîdar bikim ku wan bi westan û bêxewiya xwe atmosfereke aram û ewle ji bo pêkanîna pêvajoya hilbijartinê amade kir.

Ez hêvîdar im ku ew hilbijartin û encamên wê bibin sedem ku Îraq bikeve ser rêya xwe ya rast.”

Rêjeya beşdariyê ji sedî 55 derbas kir

Doh hilbijartina Parlamentoya Îraqê hat kirin.

Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, di hilbijartinan de ji zêdetirî 21 milyon dengderan, 12 milyon kesan dengê xwe daye.

Hat diyarkirin ku rêjeya beşdariyê ji sedî 55 derbas kiriye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin