
Serok Barzanî: Em dê ji bo piştgiriya Kurdan her tiştî bikin
.
Serok Mesûd Barzanî li Romaya paytexta Îtalyayê ragihand ku wî di pêwendiyeke telefonî de ji Serokkomarî Sûriyeyê Ehmed Şer xwestiye ku rê li ber şerê Kurd û Ereban bigire û destdirêjî li Kurdan neyê kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro piştî civîna li gel Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani li Romayê civîneke rojnamegeriyê li dar xist.
Serok Barzanî di civînê de got, "Hebûna min a li vir tê wateya ku hatine hawara me."
“Metirsiya DAIŞê li ser hemûyan e”
Serok Barzanî li ser pirsa reva çekdarên DAIŞê ji girtîgehên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê wiha axivî:
"Ev metirsiyek e li ser me hemûyan, Îtalya jî di nav de. Her kes hest bi wê metirsiyê dike.
Ev yek pêwîstî bi hevahengî û hevkariya hevdû heye û divê planek ji bo rûbirûbûna vê rewşê hebe."
Hevdîtina bi Papa re
Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyî ji Serok Barzanî pirsî, "We ji bo piştgiriya Kurdên li Rojava çi daxwaz ji Papa kir?"
Serok Barzanî di bersivê de got, "Me daxwaz kir ku ew bi hêza xwe ya manewî piştgiriya me bike."
Serok Mesûd Barzanî îor li Vatîkanê bi Papa Leoyê 14emîn re civiyabû.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de her du aliyan kêfxweşiya xwe ji bo wê hevdîtinê anî ziman ku bûye derfetek ji bo dan û standina bîr û ramanan li ser mijarên girîng ên herêmê û cîhanê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin