Serok Barzanî: Dilsoziya Danielle Mitterand ti car ji bîra gelê Kurd naçe!

Serok Barzanî: Dilsoziya Danielle Mitterand ti car ji bîra gelê Kurd naçe!

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Kanûna 2021ê, pêşwazî li kesayetiya Fransî û kurê xanim Danielle Mitterrand, Gilbert Mitterrand kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî pêzanîna xwe ji bo hevsozî û rola dîrokî ya xanim Danielle Mitterrand di alîkariya bi gelê Kurdistanê nîşan da û ew bi miroveke mezin û dosteke mezin bi nav kir.

Serok Barzanî tekezî li wê kir, dilsozî û firmêskên xanim Danielle Mitterrand ji bo zordariya li gelê Kurd hatiye kirin, ti carî ji bîra wî naçe. Ragihand jî, gelê Kurdistanê her çi ji bo xanim Danielle Mitterrand bike, her kêm e û ne di asta alîkarî û dilsoziya xanim Danielle Mitterrand bo gelê Kurdistanê de ye.

Serok Barzanî spasiya gel, hikûmet û serokên Fransayê kirin ku di hemû rewşan de piştevanî li gelê Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve Gilbert Mitterrand jî spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê li hember dilsoziya ku bi xanim Danielle Mitterrand kirine kir.

Balyozê Fransa li Iraqê û Konsulê Fransa li Hewlêrê jî di civînê de amadehî kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin