Serok Barzanî: Demokrasiya Iraqê hem ji navxwe û hem jî ji derve ve di bin metirsiyê de ye

Serok Barzanî: Demokrasiya Iraqê hem ji navxwe û hem jî ji derve ve di bin metirsiyê de ye

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî ragihand, demokrasî li Iraqê hem ji aliyên navxwe û hem jî ji aliyên derve ve, di bin metirsiyê de ye. Herwiha got jî: “Serokwezîrê niha rûbirûyî kêşeyên dijwar dibe.”

Serok Barzanî di hevpeyvîneke taybet li gel radyoya “Monte Carlo” ya Fransî de ragihand, demokrasî li Iraqê hem ji aliyên navxwe û hem jî ji aliyên derve ve, di bin metirsiyê de ye. Herwiha amaje bi wê jî kir ku ew ji ber vê metirsiyê nîgeran in.

Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo cîbicîkirina xalên rêkeftina siyasî ya ku Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê li ser hatiye avakirin, rastî gelek astengiyan hatiye. Serok Barzanî çend aliyên navxwe û derve bi wê yekê tohmetbar kirin ku astengiyan li pêşiya karê hikûmeta federalî çêdikin.

Serok Barzanî derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de, tekezî li ser wê yekê kir ku hewlên wan ji bo jinavbirina nakokiyan û avakirina yekrêziyê berdewam in.

Derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ji piştî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de, Serok Barzanî ew tohmetên Îranê red kirin ku Herêma Kurdistanê penageha neyarên Tehranê ye. Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên wê bi Îranê re baş be û ew rê nadin ku Herêm ti carî bibe gefek li ser ewlehiya Îranê.

Serok Barzanî da zanîn jî, “ji sala 2021ê ve Hewlêr 143 caran ji aliyê Îran û milîsên ser bi Îranê ve rastî êrîşên bi dron û mûşekan hatiye.Her dem jî van tawanan vedigerînin wê bihaneyê ku baregehên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê hene. Ez piştrast in ku eger baregeheke Îsraîlê li Herêma Kurdistanê hebûya, Îranê dê cegerdar nebûye ku wê bike armanc.”

Herwiha bal kişande ser wê yekê ku hin alî li tehranê nikarin bersiva (welatên) bihêz bidin û ji bo ku têkçûna xwe di navxweya welat de veşêrin, li Hewlêrê didin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin