
Serok Barzanî: Belavbûna madeyên hişbir ji kîmyabaran û Enfalê metirsîdartir e
.
Serok Mesûd Barzanî got, “Belavbûna madeyên hişbir ji şerê tank, top, balafir, kîmyabaran û Enfalê metirsîdartir e.”
Serok Mesûd Barzanî îro li "Kongreya Yekgirtinê" axivî ku her du rêxistinên “Qutabiyan” û “Lawan” ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşdar bûn.
Serok Barzanî di beşeke axaftina xwe de qala metirsiyên madeyên hişbir kir û da zanîn ku şerê li dijî madeyên hişbir ji şerê li dijî tank, top û balafiran zehmettir e.
Wî diyar ku di nava “Qutabiyan” û “Lawan” û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de rêjeya jinan zêde dibe û xwest ku ji bo ev rêje zêdetir jî bibe.
“Vî miletî ji ber birçîbûnê şoreş kiriye”
Serok Mesûd Barzanî di mijara mûçeyan de rexne li hikûmeta Bexdayê girtin û got:
"Bexdayê wisa kiriye ku tê zanîn xebat û têkoşîna vî miletî, ev hemû sal, ev hemû serok û şehîd ji bo daxwazkirina mûçe bûne.
Eger xebat ji bo mûçe bûya, hikûmetên berê dê destê Kurdan maç bikira.
Vî miletî ji ber birçîbûnê şoreş kiriye. Eger rûmet û îrade hebe, her dem dê pere hebe lê eger ew nebin pere çi qîmet e?
Em li ber deriyê wan ne parsek in. Ewên ku hemû armanca wan pere ye bila biçin cem wan, ew kesên ku rûmet û îradeya wan û parastina dîroka şehîdên Kurdistanê ji wan re giring e dê biryara xwe bidin."
"Eger federalî nemabe bila ji me re bibêjin”
Serok Barzanî diyar kir ku "Miameleya Bexdayê ya li gel Herêma Kurdistanê ne federal e" û anî zimên:
"Eger federalî nemabe bila ji me re bibêjin, ji ber ku ew miameleya niha ya li gel Herêma Kurdistanê ne miamelekirina federaliyetê ye.
Nabe midaxeleyî destûrê bê kirin, eger li Herêma Kurdistanê pirsgirêkek hebe Parlamentoya Kurdistanê heye, bila ew lêpirsînê ji hikûmetê bike."
Serok Barzanî careke din "niyetpakiya" Herêma Kurdistanê ya li hemberî Bexdayê bi bîr xist û berdewam kir:
"Ew kesên niha li Bexdayê serwer in, min bawer dikir di nebûna me de dê wan parastina mafên me bikira, ji ber ku me bi hev re gelek nan û xwê xwariye, ne ku bên nanê malbatên Enfal û kîmyabarankiriyan bibirin. Ev yek ji bo min cihê ecêbmayînê bû."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin