Serkirdayetiya "Artêşa Azad a Sûriyê" û Hevpeymaniya Navdewletî li El-Tenef civiyan

Serkirdayetiya "Artêşa Azad a Sûriyê" û Hevpeymaniya Navdewletî li El-Tenef civiyan

.

A+A-

- Nûnerên civaka sivîl, serkirdayetiya "Artêşa Azad a Sûriyê" û serkirdayetiya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di civînekê de li baregeha El-Tenefê rewşa ewlekarî û mirovî gotûbêj kirin.

Rêveberê Ofîsa Ragihandina Artêşa Azad a Sûriyê, Ebdulrezaq El-Xidir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “li baregeha El-Tenefê civînek di navbera nûnerên civaka sivîl, serkirdayetiya Artêşa Azad û serkirdayetiya Hevpeymaniyê de hat lidarxistin.”

El-Xidir got: “Rewşa ewlehî û mirovî hatin gotûbêjkirin û awayên hevkariyê di navbera sivîlan, serkirdeyên Artêşa Azad û Hevpeymaniyê li herêmê hatin gotûbêjkirin.”

Hêjayî gotinê ye ku rûberê wê herêmê nêzîkî 6800 km çargoşe ye û baregeha leşkerî ya El-Tenef û kampa El-Rukban tê de ye û rêya ku Şamê bi Bexdayê ve girêdide tê re derbas dibe, lê ew rê demeke dirêj e ku hatiye girtin.

Li wê deverê, Nivîsgeha Karûbarên Sivîlan a Artêşa Azad a Sûriyê heye ku pira pêwendiyê di navbera sivîl û leşkeran de ye.

Encûmeneke sivîl karûbarên sivîlan li herêmê bi xizmetguzariyên sade birêve dibe ji ber ku ti şiyan û piştevaniyeke wisa bo herêmê tune ye.

Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Kurdistana Sûriyê di sala 2014an de bi bombebarankirina baregehên DAIŞê li Kobanî dest pê kir. Wê demê Amerîkayê piştgiriya hêzên Kurdî kirin.

Di sala 2015an de, nêzîkî 2,000 serbaz û şêwirmendên serbazî yên Amerîkî çûne Sûriyê da ku alîkariya HSDê bikin ku bajar û bajarokên ji aliyê DAIŞê ve hatibûne dagirkirin vegerînin bin kontrola xwe.

Niha li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di bin kontrola HSDê de û li herêma El Tenef nêzî 900 leşker û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî hene.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin