Serkeftina Kurdan a li Danîmarkayê: 15 kes bûn endamên meclisan

Serkeftina Kurdan a li Danîmarkayê: 15 kes bûn endamên meclisan

.

A+A-

Hejmarek namzedên Kurd di hilbijartinên Danîmarkayê de bi ser ketin û cara ewil di dîroka wî welatî de, Kurdek wekî kesê yekem ê ne Rojavayî dibe serokê şaredariyê.

Namzedên serkeftî ji Bakurê Kurdistanê û Kurdên Anatolyayê ne.

Li gorî encamên destpêkê, heta niha zêdetirî 15 Kurd di hilbijartinên Danîmarkayê de gihîştine meclisên herêm û şaredariyan.

Li hinek şaredariyan ji Kurdekî zêdetir bûne endamên meclisê.

Li Albertslund û Ishojê 3 Kurd bûne endamên meclisa şaredariyê.

Li Şaredariya Ishojê Murad Kutuk, Erkan Yapici û Samî Denîz hatin hilbijartin.

Her wiha li Şaredariya Albertslundê Hedîye Temîz, Resul Kucukakin û Dogan Polat dengên pêwîst ji bo endamtiya meclisa şaredariyê standin.

Kurdek bû Serokê Şaredariya Gladsaxeyê

Serdal Benlî Alîkarê Serokê Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê ye û bi xwe Kurdê Anatolyayê ye û sala 1979an ji dayîk bûye.

Di hilbijartinan de wekî Serokê Şaredariya Gladsaxeyê ya li bakurê Kopenhagê hat hilbijartin.

Li sînorê şaredariya Serdal, nêzîkî 70 hezar kes dijîn.

Li şaredariyên din ên derdora Kopenhagê ev Kurd jî bi ser ketin: Erdal Çolak, Necla Baran, Îbrahîm Benlî, Fatîh Baran. Gul Ozcan jî bû endama Meclisa Herêma Başûrrojavayê Danîmarkayê.

Encama dengdana rasterast a ji bo namzedan li piraniya şaredariyan heta niha diyar nebûye û heta 48 demjimêran piştî hilbijartinan didome.

Pêşbîniya serkeftina hejmareke din a namzedên Kurd li Danîmarkayê tê kirin

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin