Serhatiya pîrejinekê û karmenda bankê

Serhatiya pîrejinekê û karmenda bankê

.

A+A-

kre.jpg

Kemal Tolan

"Pîrejinek qerta xwe ya bankê da destê karmenda bankê û got: “Ez dixwazim 10 euroyan bikşînim.” Karmenda bankê bersiv da: “ ji kerema xwe ji bo derxistina 100 euroyan kêmtir bankqerta xwe bikar bînin, ez nikarim 10 euroyan ji ser qontoyê we derxînim! ”

Pîrejinê xwest bizane çima... 

Karmenda bankê, qerta bankê paşde da destên pîrejinê û bi hêrs got: “Ev rêznima ne, ger xemeke we ye dinê tûne be, ji kerema xwe derkeve, li pişt we gelek kesên dinê di dorê de heye."

Pîrejin çend saniyeyan bêdeng ma û dû re cardin qerta xwe da karmenda bankê û got: “Ji kerema xwe alîkariya min bike ku, hemû pereyên xwe bikişînim.” 

Dema karmenda bankê , kontoyê wê kontrol kir matmayî ma. Wê serê xwe hejand, berê xwe da pîrejinê û bi rêzdarî got: “300,000 euro di hesabê we de hene, lê di bankê de niha ew qas euro tûne. Hûn dikarin randevûyekê bistînî û sibê cardinê werin?”

Pîrejinê jê pirsî , ka ez çiqasî dikarim niha bikişînim?

Karmenda bankê jê re got, niha heta 3,000 euro mimkun e!

Pîrejinê got, wekî wusa ye de niha ji kerema xwe 3000 euro ji min re derxîne, bide min !

Karmenda bankê , bi awayekî dostane û bi ken derxist 3000 euro da dahne destên wê.

Pîrejinê ji wan 3000 euroyan 10 euro xist berîka xwe û 2990 euroyê dinê li karmenda bankê vegerand û daxwazkir ku, ew van cardinê bavêje ser kontoyê wê.

Moralê serhatiyê ev e,

Ji pîr û kalan re pirsgirêkan dernexin, ew di hemû jiyana xwe de fêrbûne ku, pê re mijûl bibin!! “

Min ev gotara ji nivîsa ku birêz Björn F. Oldenburg bi Almanî* weşandiye wergerand!

* https://www.facebook.com/photo?fbid=7196356757078172&set=gm.1306785719989991&idorvanity=353286238673282

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin