“Şerha Dîwana Ehmedê Xanî” derketiye

“Şerha Dîwana Ehmedê Xanî” derketiye

.

A+A-

Tehsîn Îbrahîm Doskiyî di vê pirtûkê de 33 helbestên Ehmedê Xaniyî şîrove kirine. Her weha di destpêkê de behsa jiyan û malbata wî kiriye.

Pirtûka bi navê “Şerha Dîwana Ehmedê Xanî” ya Tehsîn Îbrahîm Doskiyî derketiye. Weşanxaneya Nûbiharê pirtûk çap kiriye ku tê de 33 helbestên helbestvan û hizirmendê navdar Ehmedê Xaniyî hatine şîrovekirin.

Tehsîn Îbrahîm Doskiyî di destpêka pirtûkê de behsa jiyan û malbata Ehmedê Xaniyî kiriye û şert û mercên ew tê de jiyaye bi çavkaniyên dîrokî nişan dane. Her weha bi kurtî be jî berhemên wî yên li ber dest dane nasîn.

Doskiyî di beşên din ên pirtûkê de 33 helbestên Xaniyî şîrove kirine. Li gorî ku Weşanxaneyê aşkere kiriye, helbestên gumanbar di vê pirtûkê de nehatine bicihkirin.

Şîrovekarî destpêkê metne eslî daniye, paşê jî her helbestek beytên wê yek bi yek rêz kiriye û li binê her beyte peyv û term hatine vegotin. Li dû wê jî her beytek bi berfiherî rawêj kiriye.

Di dawiya pirtûkê de albûmek ji fotografên destxetan û wargeha Xaniyî hatiye weşandin. 

Pirtûk him diyar dike ku ka Ehmedê Xaniyî ji hêla helbestê ve gihîştiye çi astê û him jî nîşan dide ku Xanî hizirmendekî di pêş dewr û zemanê xwe de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin