Şerefxan Cizîrî: Zimanê Kurdî stratejîk û di ser sîyasetê re ye

Şerefxan Cizîrî: Zimanê Kurdî stratejîk û di ser sîyasetê re ye

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî ji Rûdawê re axivî û got: “zimanê me nasname û hebûna me û milletê me ye. Eger ji nav biçe, em dê çawa li cîhanê xwe bidin naskirin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hejmarek parlamenterên HDPê, daxwaz kiribûn ku li Tirkîyê roja zimanê Kurdî 15ê Gulanê di nava lîsteya Roj û Heftîyên Dîyar de cî bigre, lê ev daxwaz ji alîyê Wezareta Perwerdeya Tirkîyê ve bi hinceta ku “ne li gorî Destûra Bingehîn e” hat redkirin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî îro li ser mijarê beşdarî Bultena demjimêr 15:00an a Rûdaw TV ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû, ku ji alîyê Hêvîdar Zana ve tê pêşkêşkirin û ragihand, Wezareta Perwerdeya Tirkîyê têkildarî daxwaza parlamenterên HDPê ya bo zimanê Kurdî, bersivek fermî di çarçoveya qanûnên heyî de daye.

Şerefxan Cizîrî dîyar kir, Wezîrê Perwerdeyê bersiveke fermî daye, li gor mentalîteya hakim li Tirkîyê bersiv daye, lê nakokîyek heye, ji ber tevî ku Qanûna Bingehîn gelek tiştên Kurdan red dike, lê hin tişt hene ku niha di pratîkê de li Tirkîyê pêk tên û hene.

Cizîrî têkildarî wan tiştên ku di pratîkê de hene û destûra Tirkîyê rê nade wan, amaje bi hebûna televîyona Kurdî ya dewletî kir, ku 24 demjimêran weşanê dike û pirs kir, gelo mirov dê çawan vê yekê şirove bike.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî herwiha dîyar kir, li Tirkîyê niha perwerdeya bi Erebî, Fransî û Ingilîzî û pêkhateyên din ên weke Ermenî û Suryanî heye, herwiha dersên bijarte yên Kurdî û dersa Kurdî li zanîngehê heye û destnîşan kir, li Tirkîyê rewşek nakok heye û tevî ku Qanûna Bingehîn gelek tiştên Kurdan red dike, lê belê nabe em dest danin ser dest û ti pêngavan nehavêjin.

Şerefxan Cizîrî da xuyakirin, ku hin tiştên erênî têkildarî rewşa zimanê Kurdî li Tirkîyê çêbûn û ew rewş vegerand bo dema destpêkirina reforman li Tirkîyê û got, bo demekê li Tirkîyê reform hatin destpêkirin lê piştî demekê rawestîya.

Cizîrî tekezî li ser hewldanên bo vejandina zimanê Kurdî ji alîyê xelk û sazî û partîyên Bakurê Kurdistanê kir û got: “Eger zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê lawaz ketibe, destpêkê divê Kurd ji xwe bipirsin. Divê sazî û rêxistinên Kurdî, gel, jin, zilam, zarok, pîr û genc ji xwe bipirsin. Berê dayik û bavan bi me re bi Kurdî diaxivîn, lê niha mixabin bi tirkî ye.”

Zimanê Kurdî ji bo sîyaseta Kurdî

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî di beşeke din a axavtina xwe de amaje bi giringîya zimanê Kurdî ji bo hebûn û dîyabûna nasnameya gelê Kurd kir û tekez kir, “zimanê me nasname û hebûna me û milletê me ye. Eger ji nav biçe, em dê çawa li cîhanê xwe bidin naskirin.”

Şerefxan Cizîrî derbarê rola sîyaset û partîyên sîyasî yên Kurd ji bo parastin û vejandina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê de jî got: “Partîyên Kurdî divê weke stratejî li zimanê Kurdî binêrin ne taktîkî, eger taktîkî be bi rastî şerm e. Zimanê Kurdî di ser sîyasetê re ye, divê wisa were dîtin. Zimanê Kurdî bi hebûna milletê Kurd ve girêdayî ye.”

Cizîrî têkildarî hewldna û xebatên Platforma Zimanê Kurdî yên ji bo parastina zimanê Kurdî jî got: “Di platformê de me tiştên esasî hene, em daxwaz dikin zimanê Kurdî li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û herwiha Sazîya Zimanê Kurdî were avakirin. Hemû partîyên bi me re jî ew yek îmze kirine.”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî tekezî li ser xwedîderketina li zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê hem ji alîyê gel û gem ji alîyê partî û rêxistinên Kurdan ve kir û got: “Ne tenê partîyên sîyasî, divê milletê me jî li zimanê Kurdî xwedî derkeve. Xwedî derketina li zimanê Kurdî, mijareke exlaqî û moralî ye.”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin