Şerê PKKê û Tirkiyê zêdetirî 10 milyar dînar ziyan gihandiye gundiyên Zaxoyê

Şerê PKKê û Tirkiyê zêdetirî 10 milyar dînar ziyan gihandiye gundiyên Zaxoyê

.

A+A-

Li Zaxoyê ji ber şerê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de, bi qasî 10 milyar dînar ziyan gihîştiye gundiyan, tenê li qeza Batîfayê ji 77 gundan 18 gund hatine valakirin. Welatiyekî gundê Bankê ji Rûdawê re axivî û got ku ew ji ber tirsa ji topan û şerê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de newêrin biçin nava baxçeyên xwe.

Li gor amarên qeymeqamiya Batifayê, ji ber şerê Tirkyê û PKKê di 30 salên borî de nêzîkî 10 milyar dînar (nêzikî 7 milyon dolar) ziyan bi welatiyên 17 gundên qeza Batîfayê ketine. Ziyan bax û avahyan jî li xwe digrin.

Mexdûrê topbarana Tirkiyê Cehwer Xazî got “Bi bihayê nêzikî 500 dolaran ziyan gihîştiye xaniyê min, 2500 dolar otomobîla min, 2-3 hezar dolar cinîna min, ji ber ku ew berhema ku me çand careke din şûnde nabe.”

Li sînorê qezayê bi qasî 2 milyar û 10 milyon dînaran (nêzikî 1.5 milyon dolar)  ziyan bi 67 avahiyan ketine.

Ziyandîtinekî din ê bombebarana Tirkiyê Ehmed Salih dibêje “Di sala 2020an de artêşa Tirkiyê hat gund, piştî 2 rojan firokeyên Tirkiyê gund bombebaran kir û heta niha ti kes nehatiye vê derê.”

Mexdûrekî din ê bi navê Tahir Bankî ku xwediyê 5 donim erdê avî ye diyar kir ku bi qasî  17 milyon dinaran ziyan gihîşti ye wî û got “Cinînek nemaye ku top li nav neketibe. Her yekê topek li navketiye. Wekî din jî xelk ji ber topan newêrin bên vê derê van xox, sêv, tirî, hêjîr û hinaran bikirin.”

Li gor qeymeqamiya qeza Batîfayê bi biryara Wezareta Navxwe lijneyek avakiribn da ku ziyanên wan ji aliyê Rêveberiyên Çandin, Daristan û Vemirandinê ve bên nirxandin.

Qaymeqamê Batîfa Ferhad Mehmûd jî got: “Ev du sal in em zerer û ziyanan dinirxînin û dê radestî Wezareta Navxwe û piştre jî ji bo qerebûkirina wê radestî hikûmeta Iraqê bikin, lê heta niha ti biryar nehatiye dayîn.”

Li qeza Batîfa ya ser bi Zaxoyê ve 77 gund hene ji wan 18 gund ji ber şerê di navbera Tirkiyê û PKKê de hatine valakirin.

Çavkanî:Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin