SERÊ KANIYÊ - Nasnameyên Erebên hawirde tên guhertin

SERÊ KANIYÊ - Nasnameyên Erebên hawirde tên guhertin

.

A+A-

Şandeyeke Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê çû bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê û li gel fermandarên komên çekdar civiya.

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê jî dibêje, nasnameyên Erebên hawirde tên guhertin û li ser herêmê tên tomarkirin da ku di nav hêzeke nû ya ewlehiyê de bên bicihkirin û ev pêngaveke nû ya guhertina demografiyê ye.

Roja sêşemê, şandeyek bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Ebdilqadir Tehan serdana Serê Kaniyê kir.

Şandeyê li gel fermandar û berpirsên komên çekdar ên li bajêr civiya û mijara tevlîbûna wan a nav refên Ewlekariya Giştî gotûbêj kir.

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco ji Rûdawê re ragihand ku ji bo hêza nû heta niha nêzî 300 kes hatine wergirtin lê tenê 50 kes ji wan ji xelkê resen ê Serê Kaniyê ne û 250 kesên din jî ji Erebên hawirde ne.

"Dixwazin bibêjin me hêzek ji xelkê Serê Kaniyê ava kiriye"

Mihemed Haco da zanîn ku nasnameyên Erebên hawirde tên guhertin da ku wekî xelkê herêmê bên nîşandan û wiha axivî:

“Ev serê du hefte ne muxtarên gundan nasnameyên wan ji wan digirtin, ew Erebên ku li Serê Kaniyê bi cih bûne ne û ne ji Serê Kaniyê ne.

Nasnameyên wan xwestin, nasnameyên wan hemû guhertin cîhê jidayîkbûna wan, yanî niştecihbûna wan a resen kirine wekî Serê Kaniyê, ji bo ku rojên geştî bibêjin me hêzeke ewlehiyê ji xelkê Serê Kaniyê, ji xortên Serê Kaniyê ava kiriye.

Lê em wekî xelkê Serê Kaniyê hemû hevdû nas dikin, yanî çi pêkhateyên Kurd bin, Ereb bin, Suryanî bin, bi temamî em hev nas dikin.

Me şopand jî ku ji wan hejmarên ku ew bixwe dibêjin gelekî kêm e yanî ji xortên Serê Kaniyê tevlî bûne.

Bi vî rengî, em ne bawer in ku daxwaza xelkê Serê Kaniyê pêk were, ango vegereke xelkê Serê Kaniyê pêk were.”

"Guhertina demografîk pêk tê"

Mihemed Haco destnîşan kir ku ev pêngav xetereyeke nû ya guhertina demografîk e û got ku divê hêzeke ewlehiyê ji hemû pêkhateyên resen ên herêmê bê avakirin:

Mihemed Haco wiha pê de çû, “Bi rastî jî em dixwazin hêzeke ewlehiyê ya hundirîn ku ava bibe, ji hemû pêkhateyên wê, meclîseke sîvîl ava bibe ji hemû pêkhateyan, ku Kurd nav de bin, Ereb, Suryan, Ermen, hemû pêkhateyên ku li Serê Kaniyê ne û rastî ji wan pêkhateyan bin tevlî bibin.

Ev pêngava ku wan daye meşandin, xebata ku wan daye meşandin, ne tenê em dibînin ku hêzên ewlehiyê yên hundirîn ji aliyê pêkhateya Ereb zêdetir dikin, di heman demê de em dibînin xetereke ji bo guhertina demografîk pêk tê, rêjeya nifûsa pêkhateya Ereb li Serê Kaniyê zêdetir dikin.”

Ji dema rûxandina desthilata Esed ve, ev duyem serdana berpirsên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ye ji bo herêma Serê Kaniyê. Serdana yekem 13ê Tebaxa 2025an hatibû kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin