
SERÊ KANIYÊ - Cendirmeyan gule reşandin: Kuştî û birîndar hene
.
A+A-
Li çoltera bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 2 kes bi guleyên cendirmeyên Tirkiyeyê hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên Rêveberiya Xweser ragihand, 5 kesan hewl daye ji gundê Metleyê yê rojhilatê Serê Kaniyê sînor derbas bikin.
Hat ragihandin ku di encamê de 2 ji wan bi guleyên cendirmeyan hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.
Li gorî heman çavkaniyan, rayedarên Tirkiyeyê nehiştiye ku birîndar ji bo Bakurê Kurdistanê werin veguhastin û li gorî zanyariyan rewşa tenduristiya wan ne baş e.
Her wiha hat zanîn ku termên her du kuştiyan jî li Nexweşxaneya Niştimanî ya Serê Kaniyê ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin