Şerê Belûçan û hêzên rejîmê bi danûstandinê dawî pê hat/ Cihgirê Polîsê Îtilaata Xaşê jî hate kuştin

Şerê Belûçan û hêzên rejîmê bi danûstandinê dawî pê hat/ Cihgirê Polîsê Îtilaata Xaşê jî hate kuştin

.

A+A-

Ajansên nûçeyî yên Belûçistanê aşkere kir ku  şer û pevçûn di navbera hêzên serkutkar yên rejîmê û çekdarên Belûç yên dorpêçkirî li Xaşa Belûçistanê, ku di encamê de cihgirê serokê polîsê Îtilaatê jî hate kuştin, di dawiyê de bi danûstandinê û navbeynkariya serokeşîrên Belûçan ew şere dawî pê hat.

Di nav wê şerê de “Yasir Ebdî” bi pileya Sergordî û Cihgirê Serokê Polîsê Îtilaata Xaşê hate kuştin û giha bi sizayê xwe.

Çîroka wê şerê çekdarên Belûç û hêzên rejîma Îranê wiha ye:

Hêzên rejîma Îranê roja 18ê Xakelêweya 1402 a Rojî, êrîşê ser mala kesek bi navê “Behmen Narûyî” yê xelkê Xaşa Belûçistanê ku dijberê rejîmê û çekdar bûye, dikin û wê demê “Sabiye û Ebdulmalik Narûyî” ku bira û dayka “Behmen Narûyî” ne têne binçavkirin û wan dixine bin givaşan da ku Behmen xwe radestî hêzên rejîmê bike.

Behmen Narûyî jî, netenê xwe radest nake, belkî ji bo azadiya dayîk û birayê xwe, dest diavêje bi girtina “jin û keça kesek payebilind yê Dadweriya bajarê Bema Kirmanê, û wan ji bo bajarê Xaşa Belûçistanê vediguhazîne.

Paşê ev givaşê ji bo rejîmê tîne û daxwazê dike eger dayîk û birayê wî neyêne berdan, ew du jinane dê li barimteya wan de bimînin. Hêzên rejîmê piştî peydakirina cihê wan di bajarê Xaşê de, roja Yekşemî 24ê Banemerê, êrîşê ser mala Behmen Narûyî dike û şereke mezin diqewime. Piştî 14 demjimêran şer û pevçûn di navbera hêzên serkutkar yên rejîmê û çekdarên Belûç yên dorpêçkirî li Xaşa Belûçistanê, ku di encamê de cihgirê serokê polîsê Îtilaata rejîmê ji aliyê Belûçan ve tê kuştin û di dawiyê de bi danûstandinê û navbeynkariya serokeşîrên Belûçan ew şere dawî pê tê.

Hêjayê gotinê ye ku, jineke barimtegirtî û du hêzên rejîmê jî ku di nav şer de kevtibûne dorpêça çekdarên Belûç û hatibûne barimtegirtin, bi gulleyên hêzên rejîmê têne birîndarkirin û piştî dawîbûna şer, ji bo nexweşxaneyê têne veguhastin.

Nûçe: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin