
Serdana Washingtonê ya şanda Kurdistanê bi serkeftî bi dawî bû
.
Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, duh 24ê Gulanê bi awayekî serkeftî dawî li serdana xwe ya fermî ya Washington a paytexta Amerîkayê anî.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li hesabê xwe yê Xê ligel wêneyekî ragihand: "Me dawî li serdaneke serkeftî ya ji bo Washingtonê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî anî."
Dizeyî spasiya hevkar û hevbeşê Amerîkî ji bo pêşwaziya germ a ku li şanda Herêma Kurdistanê kirine, kir û herwiha spasiya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê, tîma protokolê û dezgehên ragihandinê kir ji bo ked û xebata wan a di dema vê serdanê de.
Hêjayî gtinê ye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Şemiyê 17ê Gulana 2025an li ser vexwendina fermî ya Hikûmeta Amerîkayê û bi serokatiya şandeke payebilind a hikûmetê, gehişt Washingtonê.
Mesrûr Barzanî, di vê serdanê de roja 19ê Gulanê li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê li Washingtonê, çavdêrî û serperiştiya merasîma îmzekirina du peymanên girîng ên bi qasî 100 milyar dolaran di warê enerjiyê de kiribû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin