Serbazekî Tirkiyê li Idlibê hat kuştin

Serbazekî Tirkiyê li Idlibê hat kuştin

Di êrîşekê de li dijî hêzên Tirkiyê li parêzgeha Idlib a Sûriyê, serabzekî wî welatî hat kuştin.

A+A-

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, li sînorê Operasyona Metala Buharê ku dikeve sînorê parêzgeha Idlibê, li ser rêya navdewletî ya M4 êrîşek li dijî hêzên wî welatî hatiye pêk anîn û di encamê de serbazekî wan hatiye kuştin.

Nasnameya wî serbazî wek Serdar Aslan û 28 salî hatiye ragihandin û malabta wî li bajarê Entab a Bakurê Kurdistanê dijî.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar jî ji ber kuştina wî serbazî, peyameke sersaxiyê belav kiriye û têde ragihandiye, “hevalê me yê çekdar, roja 6ê Îlona 2020 di encama êrîşeke terorîstî de, tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û hat kuştin.”

Rewangeha Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan jî ragihandiye, çekdarên nenas îro êrîşî binkeyeke serbazî ya Tirkiyê li bajarokê Meterim li derdora bajarokê Erîha li başûrê Idlibê kirine û di encamê de 2 serbaz birîndar bûne, ku birîna serbazekî giran bûye.

SOHR roja 29 Tebaxê jî ragihandibû, teqîna wesayiteke bombekirî û êrîşeke çekdarî, xaleke serbazî ya Tirkiyê li gundê Selet el Zuhur li rojavayê Idlibê kire armanc.

Di wan demên dawiyê de, êrîşên li dijî hêzên Tirkiyê û herwiha êrîşên li dijî dewriyeyên hevbeş ên Tirkî-Rûsî li sînorê Idlibê zêde bûne û hêzên artêşa Tirkiyê gelek caran li herêmê ketine rewşa amadebaşiyê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin