Serbazê destdirêjîya zayendî kiribû hat girtin

Serbazê destdirêjîya zayendî kiribû hat girtin

Serbazê artêşa Tirkîyê yê destdirêjîya zayendî li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê beramber keçeke zarok kiribû hat girtin.

A+A-

 

Duhê êvarê 14.07.2020an li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê serbazekî destdirêjîya zayendî beramberî keçeke kurd a zarok kiribû û ev jî bû sedema nerazîbûna bi milyonana. Walîtîya Şirnexê derbarê bûyerê de daxuyanîyek belav kir û di wê daxuyanîyê de aşkere kir ku ew serbaz alkol vexwaribû û sermest û derbarê wî de lêpîrsin hatîye vekirin. Herwiha ligor ajansên Tirkîyê ew serbazê bi navê A.A ji alîyê Dadgeha Şirnexê ve bi tohmeta destdirêjîya zayendî hatîye zindanîkirin.

Piştî bûyer hatîye zanin û li bajêr belav bûye xelkê Şirnexê daket kolanan û bûyer protesto kir.

Li alîyê din di girte vîdeoyên ku li torên civakî belav bûne bi sedan kes ku piranîya wan ciwan in, li navenda Şirnexê bi dirûşmên ‘bê deng nemînin’ bûyer protesto kirin.

Parêzgarîya Şirnexê jî derbarê bûyerê de daxuyanîyek belav kiribû û ragihandibû, roja 15.07.2020 derdora demjimêr 01.00 ew hatine agahdarkirin, li Taxa Yenî kesekê ku bi tevger û reftarên xwe nearamî dirûst kirîye, ji alîyê hemwelatîyan ve hatîye derpkirin.

Baroya Şirnexê jî derbarê bûyerê de daxuyanîyek belav kiribû û ragihandibû ku bûyera destdirêjîyê ku roja 14.07.2020 demjimêr 23.00an li dijî zaroka bi navê H. rû da, ji nêzîk ve hatîye şopandin û “hewl hatîye dayîn ku beyanên mexdûr, şahidhal û delîlên kamerayan bikevin nav dosyeyê.”

Baroya Şirnexê amaje bi wê kiribû ji ber ku faîlê bûyerê karmendê dewletê bûye, “mexdûrîya me zêdetir bûye.”

Baroya Şirnexê dûpat kirîybû ku ew dê “li hember her êrişeke li dijî zarokan rawestin û ew dê ji bo ku bûyer bi her awayî zelal bibe ji nêzîk ve bişopînin.”

Li Twitterê jî bi hashtaga ‘#susmaşirnak’(Bêdeng nemîne Şirnex) xelkê nerazîbûna xwe li dijî destdirêjîya li zaroka 13 salî nîşan dan.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin