Şêr şêr e; çi jin e, çi mêr e: Leyla Qasim...

Şêr şêr e; çi jin e, çi mêr e: Leyla Qasim...

Îro 46.mîn salvegera darve kirina keça çalakvan û Pêşmergeya jîr û navdar Leyla Qasim e.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Leyla Qasim 46 sal berî naha îro 12.05.1974ê ji alîyê rejîma Beis ve hat darve kirin. Keça kurd a çalak û jîr Leyla Qasim sala 1952yê li Xaneqînê ji dayîk bû. Yek ji wan keçan e ku di dîroka sîyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgêrîyê tê nasîn.

Di roja 28ê Nîsana sala 1974an de (28.04.1974) Leyla Qasim û çar hevalên wê yên bi navên Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewre ya organa fermî ya dewletê û di radyo û televîzyona xwe de ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştîya cîhanê re dan nasîn.

Leyla û hevalên wê di girtîgehê de rastî şikence û azareke pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheke formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.

Li gor dîtina ew kesên ku ji nêz ve Leylayê dinasîyan û ew dîtine, Leyla keçeke netirs, zîrek, axaftin xweş, esmer, bejin bilind û şirîn bû û di karê rêkxistinê û hizbayetîyê de jî bi dîsîplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam dida. Wê di çaxê ku di bin çavdêrîya îstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beisî nêrî û bi dengekî bilind wiha jê re got: ''Min bikujin, lê vê rastîyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şîyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadîya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.''

 

Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû şikence kirin, lê ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagîrkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşîya. Di deqîqeyên dawîyê de wê nehişt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. wê bi xwîndina marşa netweyî ya Kurdî (Ey Reqîb) bawerîya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmandin.Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê dizanî ku eger keçeke wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkanîba. Ji bona wê jî di demeke kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û di roja 12ê Gulana 1974'an de, di saet 7'ê berê sibê de Leyla Qasim û hevalên wê îdam kirin.

Beesîyan ji Leylayê daxwazkir ko bi nivîsîna nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesîyan bikit û bi vî rengî poşmanîya xwe ji wan ra dîyar bikit. Leylaya Qasimî bi nêrîneka hişik û tifa ko avêtî ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da: ''Ger ko ez ji karekî jîyana vê cîhanê poşiman bibim ew e ko ez zû dimirim bêy ko bikaribim demeka dirêj ji gelê xwe ra xebatê bikim û eger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ku di rastîyê de, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kirye.'' 

Basnews

 

Etiket :
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin