Seqiz: Kes dahatûya Zhila Taşakkori û Dilêr Salimî nizane

Seqiz: Kes dahatûya Zhila Taşakkori û Dilêr Salimî nizane

.

A+A-

Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê mehek berê hêzên ewlehiya Îranê an ku îstîxbarata Îranê her dû kesan desteser kirine û dahatûya Dilêr Salimi û hevjîna wî Zhila Taşakkori kes nizane.

Li gor ragihandina Hengawê; di ser desteserkirina wan de 28 roj derbas bûye lê kes nizane li ku derê ne, sedema girtina wan çiye û qanûn li Îranê kar nake. Tenê Taşakkkorî bi demekî kurt karibiye di rêya telefonê de bi malbata xwe re biaxife.

Hat gotin ku ji ber li ser navê Îsraîlê casûsiyê dikin lêpirsîna wan têkirin. Dilêr Salimi, di 17ê Hezîranê de li ser rêya Sawehê û 4 rojên din bangî jina wî Zhila Tashakkori kirine ku here daîra îstîxbaratê û wê binçav kirine.

Piştî desteserkirina Dilêr Salimî avêtine ser mala wî ya li Seqizê û dest danîne ser temamê cîhazên wî yên elektronîk.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin