Sepana Quranê bi 3 zaravayên Kurdî hat çêkirin

Sepana Quranê bi 3 zaravayên Kurdî hat çêkirin

.

A+A-

 Sepana mobîl a meala Quranê bi zaravayên Kurdî Kurmancî, Soranî û Zazakî hat çêkirin. Li Sepana pêştir bi Kurmancî hatibû amadekirin, niha herdu zaravayên Zazakî û Soranî yên Kurdî lê hatin zêdekirin.

Komek hevalên li bajarê Êlih a Bakurê Kurdistanê rûdinên, par ji bo sepana mobîl a meala Kurdî ya bideng a Quranê dest bi xebatan kirin.

Kurdên misilman ên ku dixwazin bi Kurdî meala Quranê bixwînin an guhdar bikin êdî dikarin bi hêsanî bikin.

Koma ku bi zaravayê Kurmancî bi navê "Qurana Kurdî" sepana mobîl amade kirin, îsal jî zaravayên Zazakî û Soranî li sepanê zêde kirin. Bi rêya sepaneke taybet li ser Play Store hatiye danîn ku derfetê dide xwendin û guhdana xwendina Quranê.

Hem bi Erebî hem jî bi Kurdî mirov dikare guh bidiyê û bixwîne jî.

Wateya ayetan û peyama ku dixwazin bigihînin jî hatiye şîrovekirin.

Sepana Quranê ji aliyê grûpekî 5 kesî ve hatiye çêkirin.

Rêveberê Sepana Qurana Kurdî Ronî Bedirxan li ser hesabê xwe yê Facebookê,  diyar kir ku wan bi zaravayê Zazakî mealeke nû nivîsî û bideng kir û wiha got, “Di zaravayê Soranî de jî xebateke berê hebû. Me ev entegreyî sepana xwe kir."

Ronî Bedirxan dibêje: “Me par kurmancîya wê çêkiribû. Îsal me Zazakî û Soranî jî lê zêde kir. Bi vê bernameyê hûn dikarin Kurmancî, Zazakî û Soranî Quranê bixwînin û lê guhdarî bikin.”

Bedirxan hewiha destnîşan kir ku di sepana wan de beşa gotinên pêşiyan û ya navên zarokan ên Kurdî jî hene û got: “Îsal di bernameya me de biwêj, gotinên pêşîyan, navên zarokan ên Kurdî jî hene. Ji bo vê xebata xwe em li hêvîya piştgirîya we ne. Ji bo ku ev xizmet bigihîje hedefa xwe, hûn jî li ser hesabên xwe yên sosyal medyayê parve bikin û kesên derdora xwe pê bihesînin em ê kêfxweş bibin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin