Sena Germiyanî: Wezareta Perwerdeyê li hemberî Kurdî nêzîkatiyeke nijadperest nîşan dide

Sena Germiyanî: Wezareta Perwerdeyê li hemberî Kurdî nêzîkatiyeke nijadperest nîşan dide

.

A+A-

Birêvebira Giştî ya Zimanê Kurdî ya Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê Sena Germiyaniyê ragihand ku ew ji aliyê wezaretê ve rastî cudakariyê tên û "kiriyarên nîjadperestî li hemberî wan tên kirin.”

Sena Germiyaniyê her diyar kir ku ev rewş kalîteya xizmetê kêm dike û banga piştgiriyê kir.

Birêvebira Giştî ya Zimanê Kurdî ya Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê Sena Germiyaniyê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku avahiya birêvebiriya wan ji sala 1958an maye û pêdivî bi nûjenkirineke berfireh heye.

Wê tekez kir ku daxwazên nûjenkirinê yên ku ji wezaretê re hatine şandin, bêbersiv hatine hiştin û ev yek wekî cudakarî nirxand.

"Beşa Zimanê Kurdî tê piştguhkirin"

Sena Germiyaniyê zanîn ku Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê li gorî beşên din bi awayekî "fanatîk" nêzîkî perwerdeya Kurdî dibe û wiha got:

"Birêvebiriya me niha ne elektrîka wê, ne ava wê û ne jî wesayîta wê heye.

Herî dawî ji bo nûjenkirinê milyarek û 181 milyon dînar hatibû veqetandin lê heta îro yek dînar jî nehatiye xerckirin."

Sena Germiyaniyê got kir ku ev rewş li ser sedemên siyasî û nîjadperestî ye û wiha domand:

"Di nava wezareta me bi xwe de kiriyarên nîjadperestî li me dikin.

Ne parlamenterek, ne partiyek, ti kes xwedî li me dernakeve.

Ev zimanê me yê resen ê Kurdî ye, divê em li parlamentoyê, serokkomariyê yan jî li wezaretê li zimanê xwe bifikirin."

"Armanca me fêrkirina Kurdî ji Ereban re ye"

Wê got ku yek ji erkên sereke yên birêvebiryê fêrkirina zimanê Kurdî ji Ereban re ye û wiha domand:

“Li hemû parêzgehan ji bilî Mûsil, Besra, Necef, Zîqar û Bexdayê beşê me ya perwerdeya Zimanê Kurdî heye.

Li Bexdayê jî şeş beşên me hene. Li seranserê Îraqê li 15 parêzgehan birêvebirên me yên beşan, karmend û mamosteyên me yên jêhatî yên zimanê Kurdî hene.”

Banga piştgiriyê û mînakên cudakariyê

Sena Germiyaniyê diyar kir ku li Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê beşên Tirkmen û Suryaniyan ji civakên xwe piştgiriyeke xurt dibînin lê Beşa Zimanê Kurdî xwedî vê piştgiriyê nînin û got:

“Birêvebirê me yê giştî yê Tirkmen heye, Eniya Tirkmenî piştgiriya wan dike.

Beşa me ya Suryaniyan heye, dêr piştgiriya wan dike. Tenê em ji aliyê ti kesî ve nayên piştgirîkirin.”

Germiyanî bûyereke dawî bi bîr anî û got ku wezaretê ji hemû birêvebirên giştî re wesayîtên modela 2025an diyarî kiriye lê ji birêvebirya wê re wesayît nehatiye dayîn û wiha domand:

“Ne wesayîteke min heye ne jî ya alîkarê min. Ne tenê wesayît, ti derfetên me nînin. Em ji hemû îmtiyazan bêpar hatine hiştin.”

Birêvabira Giştî ya Zimanê Kurdî, bi rêya Rûdawê bangî Serok Mesûd Barzanî kir û got ku ew li benda pêngavekê ne ku wan ji rîkeberiya partiyan û kiryarên nîjadperest ên di nava wezaretê de rizgar bike.

Sena Germiyaniyê anî ziman ku eger şert û merc bi vî rengî berdewam bikin, ew dê li ser teqawidbûnê bifikire.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin