SEMSÛR - 350 karkerî dest ji kar berda: 2 meh in mûçe nestandine!

SEMSÛR - 350 karkerî dest ji kar berda: 2 meh in mûçe nestandine!

.

A+A-

 Li navçeya Bêhiştiyê ya parêzgeha Semsûrê 350 karkerên kargeha Mega Polietilenê ku du meh in mûçe wernegirtîne dest ji kar berda!

Bi pêşengiya sendîkaya karkeran BÎRTEK-SENê îro karkeran xwepêşandanekê li dar xist û daxwaza mafê xwe kirin.

Karkerên ku 2 meh in mûçe wernegirtine doh dest ji kar berda û dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Karkeran bi daxuyaniyekê ji berpirsên kargehê xwest ku di demeke kurt de mûçeyê wan werin dayîn.

350 karkerên ku dest ji kar berda dê îro bi beşdariya xelkê navçeya Bêhiştiyê û sendîkaya karkeran BÎRTEK-SENê demjimêr 17:00an li ber kargeha Mega Polietilenê civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Derbarê çalakiya karkeran de BÎRTEK-SENê li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek belav kir.

Sendîkayê xwest ku mafê karkeran were dayîn û karkerên ji kar hatin derxistin bên vegerandin.

BÎRTEK-SENê derbarê kargeha Mega Polietilen de got:

“Ew mûçeyên karkeran nadin, pereyan bi dest didin karkeran, karkeran bê sîgorte dixebitînin, elektrîk û gaza qaçax bi kar tînin.

Li cihê kar tedbîrên ewlehî û tenduristiyê nînin.”

Sendîkayê ragihand ku ji bo piştgiriya karkeran ew dê demjimêr 17:00an li Bêhiştiyê bin û ji xelkê xwest ku piştgiriyê bidin çalakiya karkeran.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin