Şemsedîn Hemo: Armanca girtinan, bêdengkirina xelkê Efrînê ye

Şemsedîn Hemo: Armanca girtinan, bêdengkirina xelkê Efrînê ye

.

A+A-

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê 4 welatiyên Kurd girtine ku di nav wan de 2 pîremêr jî hene. Siyasetmedarê Kurd Şemsedîn Hemo di derbarê mijarê de got got “Armanc ji girtinê, bêdengkirina xelkê Efrînê li hember projeyên Tirkiyê ye yên guhertina demografiyê ne.”

Li gorî zanyarên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidest xistine, di herdû rojên Yekşemê 8 Gulanê û Duşemê 9 Gulanê de, polîsên ser bi opozisyona Sûriyê 4 welatî ji gundê Dargirê ser bi Nahiyeya Mabata girtine.

Çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li gundê Dargirê yê Efrînê 4 welatiyên Kurd  ku di nav wan de du pîremêr hene desteser kirine. Temenê yek ji wan pîremêran 77 salî ye û yê din jî 64 salî ye.

Navê welatiyên Kurd ên ji aliyê polîsên ser bi opozisyona Sûriyê ve hatine girtin wiha ne: Mistefa Qere Mihemed ê 77 salî, Şewket Rifat Elî yê 64 salî, Ekrem Hisên Qadir ê 42 salî û Welîd Ehmed Henan ê 32 salî.

Şemsedîn Hemo siyasetmedar Kurd ji Efrînê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku armanc ji girtinê, bêdengkirina xelkê Efrînê li hember projeyên Tirkiyê ye yên guhertina demografiyê ne.

Siyasetmedarê Kurd Şemsedîn Hemo got “Di vê demê de xuya ye ev projeya ku Erdogan qal kiriye û gotiye `Em dixwazin milyonek kesên Sûrî vegerînin bakurê Sûriyê herêmên aşitiyê yên hatine rizgarkirin` bi rastî herêmên di bin kontrola Tirkiyê de cihê teror, DAIŞ û Îslama siyasî ne. Xuya dike di vê demê de projeya wan bi vî rengî ye dixwazin vê çîroka derbas bikin, xelkê mijûl bikin û bitirsînin ji bo ku kes devê xwe veneke.

Li gorî Efrîn Post û ku binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê belge dike, di meha Nîsanê de, 35 welatiyên sivîl li Efrînê hatine girtin. Di nav girtiyan de, hin kes hene ku ev çendîn car in hatine girtin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin