Sempozyûma Kurt-Kavê: “Mafên Ziman û Zordestiya Li Ser Zimanê Kurdî”

Sempozyûma Kurt-Kavê: “Mafên Ziman û Zordestiya Li Ser Zimanê Kurdî”

.

A+A-

Sempozyûm roja Şemiya 14ê Gulanê wê bê lidarxistin û wê ji çar beşan pêk were. Mijara sempozyûmê mafên ziman û zordestiya li ser zimanê kurdî ye.

Yekem beşa destpêkê ya sempozyuma Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî(Kurt-Kav) wê di saet 13.00an de destpê bike. Axavtina destpêkê ya sempozyumê wê ji aliye Abdûrrahîm Delî, Serokê Weqfê ve were kirin.

Beşdarvan û mijarên wan weha ne:

Prof. Dr. Salîh Akin:

  • “Mafên Zimanî û Edaleta Zimanî di Plansaziya Zimanan da”

Prof. Dr. Azîz Yagan:

  • “Di Herêma me da Sermayeya Mirovî û Daxwaza Perwerdeya bi Zimanê Dayîk”

Doç. Dr. Bûrhanettîn Kaya:

  • “Zimanê Qedexekirî û Perçiqandina Derûniyê”

Doç. Dr. Bulent Kuçuk:

  • “Newekheviya Civakî û di Çarçoveya Pir Çandiyê da Problema Nasîna Zimanê Dayîk”

Moderator: Mehmet Celal Baykara

Saetên bernameya sempozyûmê:

13:00-15:00 Axavtin
15:00-16:00 Navber
16:00-17:00 Pirs û Bersiv

Cîh: Legacy Ottoman Hotel-Sîrkecî/Stenbol

Derbarê Weqfê de

Di sala 1992an de bi hewldana 98 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran ava bûye. Piştî damezirandinê 5 salan ji bo qeydkirinê têkoşîna hiqûqî daye. Di sala 1996an de ji aliyê Dadgeha  Bilind ve hatiye tescîlkirin û statuya fermî bi dest xistiye. Yekemîn saziya li Tirkiyeyê ye ku bi navê "Kurdî" hatiye tescîlkirin e. Armanca Weqfê ew e ku lêkolînên zanistî li ser çand, huner û wêjeya kurdî bike, bide kirin û wan tomar bike û bigihîne gel.

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin