
Semînera PWK ya li Kopenhagenê
.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 21-06-2025 li Kompenhagena paytexta Danîmarkayê semînerek li ser rewş û geşepêdanên herêmê û Kurdistanê li dar xist.
Nûnerên gelek partî û rêxistinên her çar perçeyên Kurdistanê, siyasetmedar û welatparêzên kurd beşdarî civînê bûn.
Semîner bi xêrhatina Adnan Axacan û rêzgirtina pakrewanên Kurdistanê hate vekirin.
Nûnerên PWKyê Nezîr Akad û Zinar Soran weke axêver beşdarî semînerê bûn. Moderatorê semînerê jî Serokê Diyakurdê Adnan Axacan bû.
Axêverên semînerê, di destpêkê de li ser xebat, nerîn û bîrûbawerîyên PWKyê rawestîyan; girîngî û pêwîstîya xebatên hevbeş, hevkarî û yekrêzîya tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê dest nîşan kirin.
Herweha ew li ser rewş û siyaseta dewletên emperyal; bûyer, geşepêdan, armanc, nakokî, şer û pevçûnên nava wan dewletan û dewletên herêmê; ”pêvajoya bênav” ya dewleta Tirkîyeyê û Abdulah Ocalan û hwd rawestîyan.
Semîner bi pirsên beşdaran û bersîva pirsan bi dawî hat.
21.06.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin