Şelal Gedo: Divê Pirsa Kurd ji pirsa HSDê cuda bê dîtin, gotara Tirkiyeyê jî guheriye

Şelal Gedo: Divê Pirsa Kurd ji pirsa HSDê cuda bê dîtin, gotara Tirkiyeyê jî guheriye

.

A+A-

Serokê Partiya Naverast a Kurd li Sûriyeyê û Endamê Serkirdatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), Şelal Gedo da zanîn, Tirkiye êdî weke berê HSDê weke "terorîst" binav nake û bêtir behsa cîbicîkirina Peymana Şamê dike, ku tê de yekkirina HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de heye.

Şelal Gedo ji K24ê re ragihand, nakokiya di navbera Tirkiye û HSDê de ne nû ye û wiha got: "Tirkiyeyê li hemberî HSDê xwedî girêk e. Ev ne tiştekî nû ye, ji dema avabûna HSDê ve heta niha, Tirkiyeyê bi dronan û bi her awayî êrişî ser bingehên HSDê dike. Lê belê, di van çend mehên dawî de guhertinek di gotara Tirkiyeyê de çêbûye. Êdî nabêjin 'ew terorîst in', lê dibêjin bila Peymana Şamê ya di navbera Sûriye û HSDê de  were cîbicîkirin."

"Pirsa Kurd û pirsa HSDê du mijarên cuda ne"

Şelal Gedo tekezî li ser wê yekê kir, divê doza rewa ya gelê Kurd ji mijara hebûna HSDê weke hêzeke leşkerî were cudakirin û got:

"Divê em pirsa Kurd û pirsa HSDê ji hev cuda bikin. Pirsa Kurd, pirsa milletekî ye ku bi sedên salan e li ser axa xwe dijî. Ew dozeke rewa ye. Lê pirsa HSDê, pirseke leşkerî û çekdarî ye. Divê ev her du pirs neyên tevlîhevkirin."

Gedo her wiha da zanîn, HSD ne tenê hêzeke Kurdî ye: "HSD ji Ereb, Tirkmen, Xiristiyan, Ermen û Kurdan pêk tê. Rast e ji sedî 70-75% ji wan Kurd in, lê ew nûnertiya hemû pêkhateyan dikin."

"Armanca dawî yek artêş e ji bo Sûriyeyê"

Derbarê paşeroja HSDê de, Gedo got ku hem Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û hem jî nûnerên din ên HSDê gelek caran anîne ziman ku ew naxwazin li Sûriyeyê du artêş hebin û armanca dawî ew e ku HSD bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê. Li gorî Gedo, hikûmeta Sûriyeyê vê yekê red dike û dibêje divê HSD xwe hilweşîne, lê niha Tirkiye jî fişarê dike ku ew peymana ku tê de tevlîbûna HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de heye, were cîbicîkirin.

Gedo ev guhertina di helwesta Tirkiyeyê de, bi hevrikiya jeopolîtîk a li herêmê ve girê da û got: "Ev yek ji ber hevrikiya di navbera Fransa û Tirkiyeyê de ye ji bo hejmona li Sûriyeyê. Her dema ku danûstandinên Parîsê di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de dest pê dikin, Tirkiye destêwerdanê dike da ku rê li ber wê bigire."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin