Selahattîn Demîrtaş: Em vê gava dîrokî bi coş pêşwazî dikin

Selahattîn Demîrtaş: Em vê gava dîrokî bi coş pêşwazî dikin

.

A+A-

 Selahattîn Demîrtaş li ser xwefesixkirina PKKyê peyamek şand û got,”Em vê gava dîrokî bi coş pêşwazî dikin ku li gorî xatirê Sirri Beg hatiye avêtin”

Endamê Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan çû serdana li Girtîgeha Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir.

DEM Partiyê li ser hevdîtina Selahattîn Demîrtaş û Pervvîn Buldanê daxuyaniyek û peyama Demîrtaş belav kir.

Peyama Demîrtaş a li ser kongreya PKKyî wisa ye:

"Ez silavên xwe ji her kesî re dişînim. Em di heman demê de hem êş û bîranîna Sirri Beg dikin hem jî li hêviya gavên ku ji bo aştiyê hatine avêtin in."

Demîrtaş li ser encamên kongreya PKKê got: "Em spasiya birêveberiya PKKyê dikin ku ev biryar girtiye, spasiya Birêz Ocalan ku rola sereke lîstiye, spasiya Birêz Serokkomar, Birêz Bahçelî, Birêz Ozel û birêveberiya DEM Partiyê, hemû serokên giştî yên partiyên siyasî, bi taybetî jî Birêz Ahmet Turk û Birêz Pervîn Buldanê dikin.

Em bi coş vê gava dîrokî pêşwazî dikin ku li gorî bîranîna Sirri Beg hatiye avêtin. Êdî dema wê hatiye ku em bi hev re û bi dilsozî bixebitin ji bo aramî, refahî, demokrasî û azadiyê ku were cîbicîkirin û Tirkiye di her warî de mezin bibe.

Bila ji bo me hemûyan bi xêr û bêr be. Em ji hemû kesî re serkeftinê dixwazin."

Piştî 41 salan ji xebata çekdarî, îro Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.

PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin