Sedan kes li ser tirba “Sarîna Saidî” kom bûn û silogan li dijî rejîmê dan

Sedan kes li ser tirba “Sarîna Saidî” kom bûn û silogan li dijî rejîmê dan

.

A+A-

Bi sedan kes li ser tirba Sarîna Saidî keça 16 salî ya ku di nav serhildan Seranserî de hatibû şehîdkirin, kom bûn û li dijî rejîmê siloganan dan.

Xelkê bajarê Sinê li nav goristana Bihiştî ya Sineyê li ser gora Sarînayê kom bûn û silogana “mirin bo dîktator, Kurdistan goristana faşîzman û mirin bo caş” dan.

Xelkê amade li vir hemû bi hev re gotin şehîd namirin.

Sarîna Saidî keça 16 salî ya bajarê Sineyê 4ê Xezelwerê di nav serhildana bajarê Sineyê de bi gulleyên hêzên serkutkar yên rejîma Îranê hate şehîdkirin.

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin