Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di raporekê de îşare kiriye bi amara 259 kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin

Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di raporekê de îşare kiriye bi amara 259 kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin

.

A+A-

Pêka belgeyên hatinî pejrandin yên di navenda Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, lê amar ji vê yekê zêdetir in.

Pêka amarên hatinî pejrandin ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa” ve di heyama sala 2022`an de, li ser hev 250 kolber li Kurdistanê hatine birîndarkirin û kuştin pêka vê amarê 37 kolber hatine kuştin û 222 kolber jî birîndar bûne.

Herwisa di amara vê saziya mafê mirovî de 13 zarokên ku temenê wan di bin 18 sakiyê de jî hene.

Şêwaza kuştî û birîndarbûna kolberan:

 Bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên îtizamî yên Îranê 151 bûyer hebûne.

Teqeya guleyên saçimeyî: 30 bûyer

Berbûn li bilindahiyê: 21 bûyer

Teqîna mînê: 10 bûyer

Serma û ketina berf û bagerê: 4 bûyer

Di dema kolberiyê de krîza dil: 1 bûyer

Lêdana ji aliyê hêzên leşkerî ve: 6 bûyer

Di dema Kolberiyê de ketine rûbaran: 2 bûyer

Qezaya otomobîlê ya di dema kolberiyê de: 23 bûyer

Fetsîn bi gazê li ser rêya Kolberiyê: 2 bûyer

Hejmara kuştî û birîndaran li gorî parêzgehan;

Kirmaşan: Ji sedî 50, bi nêrîneke giştî, bajarên Ciwanroyê û Selasa Bawecanî hejmara herî zêde ya kolberan ji xwe digire.

Kurdistan; Ji sedî 31 bi dîtineke giştî, bajarên Banê û Seqez hejmara herî zêde ya kolberan ji xwe digire.

Urmiye; Ji sedî 14, bi nêrîneke giştî, bajarên Serdeşt û Pîranşarê hejmara herî zêde ya kolberan ji xwedigire.

Yên ne naskirî; Niştecihbûna ji sedî 5 kolberan nayê zanîn û sedema wê jî kolberên ku ji bajarên din ên navçeyên sînorî yên kolberiyê de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin