Sazî û rêxstinên Rojavayê Kurdistanê ji projeya Tirkiyê ne razî ne

Sazî û rêxstinên Rojavayê Kurdistanê ji projeya Tirkiyê ne razî ne

.

A+A-

Projeya Tirkiyê ji bo vegerandina 1 milyon penaberên Sûrî û niştecîkirina wan li navçeyên di bin destê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bûye cihê metirsiyeke mezin bi taybet li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin.

Izedîn Salih, Rêveberê Cîbicîkar ê Saziya Hevdestî ku bi xwe xelkê Serê Kaniyê ye, ji bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê re got, koçberê Serê Kaniyê nikarin vegerin, lê Tirkiyê xelkê herêmên din li şûna wan niştecî dike.

Rêveberê Cîbicîkar ê Saziya Hevdestî Izedîn Salih diyar kir “Ew vegera ewla yan jî ya xwebexş ku Tirkiyê behsa wê dike, ev kesên penaber û koçberên ku bi zorê ji malên xwe derketine, îro jî ew nikarin vegerên malên xwe. Zêdetirî 25 hezar kes di kampên penaberiyê de di bin konan de dijîn, ji ber gelek sedeman nikarin vegerin malên xwe. Nebûna ewlehiyê, binpêkirinên ku di derbarê wan de tên kirin, ji ber ku bi sedan kes piştî operasyona Kaniya Aştiyê hewl dan ku vegerin malên xwe, bajarên xwe yên resen, lê rastî gelek binpêkirinan hatin. Ji nav wê girtin, kuştin, herwiha revandin û xwestina pereyan ji wan kesan, bi taybet ji Kurdan ji ber ku ew herêm herêmeke tevlihev ji pêkhateyan e.”

Ebdulrehman Koraco, çalakvanê Efrînî di biwarê belgekirina binpêkirinan de, ji heman bernameya Rûdawê re got, li Efrînê guhertina demografîk hatiye cîbicîkirin.

Çalakvan Ebdulrehman Koraco dibêje “Tirkiyê li ser vî karî xweş şixwilî. Niha ji Tirkiyê re êdî demografî çêbû. Dema ku em lê vegerin binêrin li cem 58 cihên niştecihbûnê hatine çêkirin. Nifûsa me Kurdan ji sedî 20 e ku gişt kal û pîr in. Lêbelê Erebên ku ketine nav me ji sedî 80ê ne.

Dr. Ibrahîm Mislim siyasetmedarê Kurd ji Girê Spî projeya Tirkiyê bi jinavçûna DAIŞê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ve girê dide.

Siyasetmedar Dr. Îbrahîm Mislim got “Berê pirsgirêka projeya herêma aram behs nedibû, belkî di nav Tirkan de behs dibû lê dema ku DAIŞ hebû pirsgirêk li cem tinebû, ji ber ku ti korîdor tinebû ku Kurdistana Rojava bigihîne Deryaya Spî ti tirs tinebû. Piştî 2014-15an dema ku Kobanî azad bû ev pirsgirêk çêbûn.”  

Roja sêşemê, 3yê Gulanê Serokê Tirkiyê Recep Tayyp Erdogan aşkere kir ku Tirkiyê projeyekê ji bo vegerandina 1 milyon penaberên Sûrî amade dike.

Serokê Tirkiyê aşkere jî kir ku ew proje dê li 13 navçeyan bi alîkariya rêxistinên Tirkî û Navdewletî bê cîbicîkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin