Şaxewan Ebdullah: Divê amarên 1957 bibe bingeha tomara dengderên Kerkûkê

Şaxewan Ebdullah: Divê amarên 1957 bibe bingeha tomara dengderên Kerkûkê

.

A+A-

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di civîna ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a derbarê hûrbîniya tomarên dengderan de ragihand: Divê amarên sala 1957 bibe bingeha tomara dengderên hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, da ku reseniya dengderên parêzgehê were piştrastkirin.

Îro Şemiyê 12ê Tebaxa 2023an, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ligel Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê civiya û di civînê de got: “Ji bo gihiştina bi wê rastiya ku kî nifşê resen ê bajarê Kerkûk û pêkhateyên resen ên Kerkûkê ne, em gihiştine astekê ku em rêkarekê ji bo cudakirina pêkhate û nişteciyên resen ên Kerkûkê deynin.”

Şaxewan Ebdullah diyar kir: “Me bendeke girîng bi cih kir, ew jî em wê serjimêriya sala 1957an bikin bingeh, da ku em zelal bikin kî nifşê resen ê Kerkûkê ye, bi taybetî ev serjimêr vedigere bo beriya siyasetên erebkirinê, ev girîng e ji bo derxistina wan kesên piştî 2003 û 2015an hatine Kerkûkê, loma eger ew xwedî belgenameya serjimêriya sala 1957an nebin, nikarin wek welatiyên Kerkûkê werin hejmartin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin